Îlham Ehmed: Ji bo naskirina Rêveberiya Xweser diyalog bi hêzên navneteweyî re hene

Seroka Meclisa Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed daxuyand ku di çarçoveya hewldanên naskirina Rêveberiya Xweser de, peywendiya bi hêzên navneteweyî re didomînin. Îlham daxuyaniyên Beşar El-Esed ên der barê nenavendîbûnê de jî erênî nirxandin.

Îlham Ehmed: Ji bo naskirina Rêveberiya Xweser diyalog bi hêzên navneteweyî re hene
19 tebax, 2021   10:44
QAMIŞLO

Vê sibehê bi navê “Rewşenbîr û asoyên çareseriya siyasî li Sûriyê” komxebata ku ji aiyê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ve hatibû organîzekirin, li Hola Zana ya bajarê Qamişloyê dest pê kir.

Ev komxebat di çarçoveya nîqaşkirina rewşa siyasî ya Sûriyê û rola rewşenbîran di çareserkirina aloziya Sûriyê de li dar dikeve.

Nûnerên partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêxistinên jinan, nivîskar û rewşenbîrên Kurd, Ereb û Suryan tev li komxebatê bûne.

Di komxebatê de seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed beşa rewşa siyasî ya Sûriyê bi rê ve bir û têkildarî mijarê wiha axivî: “Niha aliyên navneteweyî aloziya Sûriyê daye rawestandin.”

Têkildarî rewşa Derayê û şerê ji bo desthilatê jî, Îlham Ehmed wiha got: “Îro li Derayê şerê desthilatê bi opozîsyonê re heye. Her wiha şerê aliyên navneteweyî û herêmî wekî Rûsya û Îranê jî heye.”

Îlham piştrast kir ku rewşa aboriyê li seranserê Sûriyê xirab e, lê belê herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de, herî zêde zirar dîtine.

Têkildarî bandora girtina dergehên sînorî yên bi herêmê re ji aliyê hikumeta Şamê ve, Îlham got: “Dorpêçê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kiriye. Em niha rewşê û dorpêça hundirîn û derve û girtina dergehên bi herêmên rejîmê re, nîqaş dikin. Mekanîzmayên berhemdariyê yên herêmî hene.”

'PROJEYEKE HERÎ GIRÎNG GIHANDINA AVÊ JI HESEKÊ RE YE'

Îlham Ehmed wiha axaftina xwe domand: “Ji aliyê aborî ve, peywendî hene, her wiha komxebatên girêdayî dosyayên siyasî ku bi awayekî yekser civakê eleqedar dikin, hene. Li ser hin projeyên aboriyê xebat tê kirin. Ji wan projeya herî sereke , gihandina avê ji bajarê Hesekê re û destekdayîna projeyên çandinî û perwerdeyê ye.”

Seroka Meclisa Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed her wiha behsa diyalogên bi hêzên navneteweyî re kir, yên ji bo naskirina projeya Rêveberiya Xweser û her wiha pêkanîna vê modele li seranserê Sûriyê.

Îlham Ehemd her wiha behsa  astengiyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kir û daxuyaniyên serokê Sûriyê Beşar El-Esed ên têkildarî hikumeteke nenavendî, wek erênî nirxand û wiha lê zêde kir: “Em jî wek MSD israr dikin ku Sûriyê venegere wekî beriya 2011`an. Projeya nenavendîbûnê di bingeha projeya Rêveberiya Xweser de ye.”

Îlham diyar kir ku hîna dewleta Tirk herêmên mezin li Sûriyê dagir dike, bi milyonan koçber hîna li derveyî herêmên xwe ne û wiha dewam kir: “Ji lew re, çareseriya li Sûriyê pir zehmet e. Divê erêkirineke navneteweyî ji bo gihaştina çareseriyekê li Sûriyê hebe. Me bang li gelek welatan kir ku piştgiriyê bidin xebatên siyasî yên têkildarî Sûriyê da ku diyaloga Sûrî-Sûrî pêk were.”

Îlham her wiha behsa rewşa çeteyên Ehrar Şerqiyê yên girêdayî dewleta Tirk ên di lîsteya terorê ya navneteweyî de kir û got: “Ev biryar rê li ber xistina komên din ên çeteyan di lîsteya terorê de vedike.”

Di dawiya axaftina xwe de, Îlham Ehmed teqezî bi rizgarkirina herêmên Sûriyê yên dagirkirî, misogerkirina vegera koçberan ji herêmên xwe re û pêkanîna hewldanên cidî bi rejîma Sûriyê re, kir.

Komxebata MSD`ê bi nîqaşên beşa duyemîn dewam dike.

(cx)

ANHA