​​​​​​​`Qirkirina Kurdan planeke cîhanî ye û ji aliyê Tirkiye ve tê pêkanîn`

Siyasetmdarê Kurd Bekir Îsa diyar kir ku siyaseta qirkirinê ku dewleta Tirk li dijî Kurdan pêk tîne, planeke cîhanî ye û destnîşan kir ku dewletên mezin jî ji bo berjewendiyên dixwazin Kurd werin qirkirin.

​​​​​​​`Qirkirina Kurdan planeke cîhanî ye û ji aliyê Tirkiye ve tê pêkanîn`
19 tebax, 2021   04:36
KOBANÊ-NÎHAD KERHO

Rumî ku di serdema heyî de rêxistinên ku parastina mafên mirovan dikin, hatine avakirin, lê hîn jî gelên li herêma Rojhilata Navîn dijîn li ji aliyê dewletên faşîst ve rastî xeteriyên helandinê tên. Rêxistinên faşîst bi hemû rêbazan hewl didin çandên van gelan bihelîne û dîroka herêmê berovajî bike.

ꞌQIRKIRINA KURDAN PLANEKE CÎHANÎ YEꞌ

Gelê Kurd ku ji kevintirîn gelê herêmê ye, herî zêde rastî siyasetên qirkirin û komkujiyan tê. Gelê Kurd li her derê ji aliyê dewleta Tirk ve rastî komkujiyan tê, lê ruxmî wê jî civata navneteweyî bê deng e.

Hevserokê Nivîsgeha Dîplomatîk a Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Bekir Hec Îsa axivî û got:"Gelê Kurd ji kevntirîn gelê li herêma Rojhilata Navîn e û bi komkujiyan re rû bi rû dimîne, ji ber ku sîstemên heyî li ser siyaseta xwîn, tunekirin û sextekirina dîroka herêmê mezin bûne da ku hebûna xwe ya li wir rewa bikin. Kesên Kurdistan kirin çar parçe dê li hemberî sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Kurdan pêk tîne, tu helwestê nîşan nedin."

Bekir Hec Îsa wiha domand:"Em îro di sedsala 21`emîn de ne û Kurd li pêşberî çavên rêxistinên qaşo parastina mirovahiyê dikin, têne qirkirin, ev qirkirin planeke cîhanî ya li ser tunekirina Kurdan e û yê ku vê plana qirkirinê jî pêk tîne jî dewleta Tirk a dagirker e. Dewletên mezin li dijî vê siyaseta qirkirinê bêdeng in, ji ber ku ew jî dixwazin gelê Kurd li dunyayê werin qirkirin, da ku berjewendiyên xwe pêk bînin."

Hec Îsa di berdewama axaftina xwe de wiha got:"Dewleta Tirk çanda xwe ji Osmaniyan wergirtine ku siyaset û armanca wan li ser bingeha qirkirina gelê herêmê hatibû avakirin da ku xwestekên xwe yên desteserkirina mal û milkên neteweyên din pêk bîne. Dewletên rojavayî tenê berjewendiyê xwe digirin, ji bo wê ew dixwazin ku dewleta Tirk sûcên li dijî Kurdan bidomînin da ku dîroka herêmê ji nû ve binivîsinin."

ꞌJI ÇÊKIRINA MOŞEKÊN NUKLEERÎ DITIRSINꞌ

Kurd ne tenê li her sê parçeyên Kurdistanê xeteriya qirkirinê dikişînin, lê belê li Rojhilatê Kurdistanê jî heman azarê dikişînin ku mehane bi dehan çalakgerên Kurd ên ku banga mafên xwe û mafên gelê xwe dikin, têne darvekirin. Li hemberî vê yekê bêdengiyeke navneteweyî heye ku bi rejîma li wir re li ser dosyaya nukleerê li hev dikin û kesên ku bê sedem têne kuştin, paşguh dikin.

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomatîk a PYD`ê Bekir Hec Îsa wiha berdewam kir:"Kurd ne tenê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve têne qirkirin, lê belê li Rojhilatê Kurdistanê jî têne qirkirin û dewletên mezin bi qasî li ser xeteriya dosya nukleerî ya îranî difikirin, li ser mirov nafikire."

Hec Îsa di dawiyê de wiha got:"Ji tirsa ku Îran çekên nukleerî bi pêş bixe êrişî Îranê dikin û aliyên mirovî paşguh dikin, her wiha rihên bi dehan Kurdên ku rojane li qadên navnerasta Tehranê têne darvekirin jî paşguh dikin, dewletên rojavayî bi du rûyan e û ger rih ji wan re girîng ba dê ji bo Kurdan tiştek bikirana, ji lew re divê em xwe nespêrin wan û xwe bispêrin hêza xwe."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7n0oElQeeMs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>