Bi meşeke girseyî şêniyên Efrîn û Şehbayê sûcên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Yekitiya Êzidî ya Efrînê meşeke girseyî ji bo şermezarkirina sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî nexweşxaneya gundê Sekêniyê yê Şengalê ku di encamê 8 sivîl di nav de komên tenduristî û hêzên YBŞ’ê hene, li dar xist.

Bi meşeke girseyî şêniyên Efrîn û Şehbayê sûcên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
Bi meşeke girseyî şêniyên Efrîn û Şehbayê sûcên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
Bi meşeke girseyî şêniyên Efrîn û Şehbayê sûcên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
Bi meşeke girseyî şêniyên Efrîn û Şehbayê sûcên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
Bi meşeke girseyî şêniyên Efrîn û Şehbayê sûcên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
Bi meşeke girseyî şêniyên Efrîn û Şehbayê sûcên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
Bi meşeke girseyî şêniyên Efrîn û Şehbayê sûcên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
Bi meşeke girseyî şêniyên Efrîn û Şehbayê sûcên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
18 tebax, 2021   18:59
ŞEHBA

Bi hezaran koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê li ser rêya sereke ya navçeya Ehdasê kom bûn, alên Yekitiya Êzidî ya Efrînê, wêneyên şehîdan û pankartên bi zimanên kurdî û erebî hildan.

Di meşê de endamên saziyên Rêveberiya Xweser, endamên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Avrîn û endamên Ciwanên Şoreşger a Sûriyê beşdar bûn.

Meş ji rêya sereke ya navçeya Ehdasê dest pê kir û li tevahî kolanên sereke gerî, di gel wê jî diruşmên silavkirina berxwedana Şengalê û Efrînê berz kirin û sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê şermezar kirin.

/ar/uploads/files/2021/08/18/175411_mstfa-nbw.webp

Meş li parka Ehdas vegerî mîtîngê, dûvre li ser navê Yekitiya Êzidî ya Efrînê Mistefa Nebo axivî û tevahî şehîdên komkujiyê û şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Nebo behsa siyasetên dagirkeriya Tirk ên bi armanca qirkirina gelê Kurd di şexsê civaka Êzidî de kir.

Nebo da zanîn ku hikumetên Bexda û Hewlêrê berpirsê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Şengalê ne, her wiha berpirsê komkujiyên li dijî êzidiyan in.

Nebo bêdengiya navneteweyî li hember sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî Şengalê û bombebaranakirina nexweşxaneya gundê Sekêniyê yê Şengalê şermezar kirin.

/ar/uploads/files/2021/08/18/175432_frydh-iybw-28129.webp

Li aliyekî din jî li ser navê Kongreya Star a Herêma Efrînê Ferîde Îbo axivî û êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Şengal û Zirganê şermezar kirin.

Ferîde Îbo bal kişand ser ku divê Şengalê ji êrişên bênavber ên dagirkeriya Tirk were parastin, ji ber Şengalê nûnertiya hebûna Kurd li Kurdistanê dike.

Ferîde Îbo bang li gelê Kurd kir ku li hember dagirkeriya Tirk û pêşîlêgirtina komkujiyan serî hilde û wiha dawî li gotina xwe anî: "Dagirkeriya Tirk hewl dide meha Tebaxê vegerîne fermanên li dijî êzidiyan."

Meş bi diruşmên silavkirina berxwedanên Şengal û Efrînê bi dawî bû.

(fr)

ANHA