Di êrişa DAIŞ`ê de li Dêrazorê efserekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin

Ruxmî êrişên hewayî yên Rûsyayê yên li dijî çeteyên DAIŞ`ê yên li çolistana Sûriyê jî, îro çeteyan li gundewarên Dêrazorê êrişî hêzên hikumeta Şamê kir û efserek hate kuştin.

Di êrişa DAIŞ`ê de li Dêrazorê efserekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin
18 tebax, 2021   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku şeva din çeteyên DAIŞ`ê êrişî nuqteyên leşkerî yên hêzên hikumeta Şamê yên li çolistana El-Şola ya başûrê Dêrazorê kir. Di êrişê de efserekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin û 5 leşker birîndar bûn.

Li aliyekî din, nuqteyên komên girêdayî Hizbullahê ya Iraqê li çiyayê Beşerî rastî êrişa hewanan hatin. Di êrişê de endamekî wan hate kuştin û gelek endam jî birîndar bûn.

Li gorî SOHR`ê, şeva din 10 balafirên şer ên Rûsyayê û balafireke şer a hikumeta Şamê li asîmanê çolistana Dêrazor û Hemayê geriyan û nêzî 20 êriş pêk anîn.

Ruxmî êrişên hewayî yên dijwar ên Rûsyayê yên li dijî çeteyên DAIŞ`ê jî, hîna hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wan nikarin li hemberî bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê ku ji êrişî wan dikin û zirarên mezin digihînin wan, bi ser bikevin.

(cx)