Çeteyan 2 ciwan li gundên Cindirêsê revandin

Çavkaniyekî ji navçeya Cendirêsê ya Efrînê ragihand ku çeteyên Feyleq El-Şam 2 ciwan ji gundên navçeyê revandine.

Çeteyan 2 ciwan li gundên Cindirêsê revandin
18 tebax, 2021   10:56
ŞEHBA

Çavkanî destnîşan kir ku çeteyên Feyleq El-Şam ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 2 ciwan ji gundê Kefer Sefra yê navçeya Cindirêsê revandin.

Li gorî çavkanî, ciwanên hatine revandin Mistefa Mihemed Mecîd (18) û Mihemed Welîd Hisên bi tawana dan û standina bi saziyên Rêveberiya Xweser re di demên berê de, hatine revandin.

Her wiha çavkanî destnîşan kir ku çeteyan her du ciwan ber bi girtîgeha li gundê Îska yê Şêrawayê ve birine ku bi îşkenceyê navdar e.

(bx)

ANHA