ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-08-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-08-2021
17 tebax, 2021   23:00

- Endamê Yekitiya Êzidiyên Sûriyê Silêman Cafer diyar kir ku hikumeta Iraqê berpirsa êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê ye û got:"Em destekdayîna Kazimî ya ji êrişê re dûr nabînin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê şêx û rûspiyên Minbicê Mihemed Saqid El-Isêdî da zanîn ku sûcên li dijî penaberên sûrî yên li xaka Tirkiyê ku digel bêdengiya navneteweyî pêk tên li dijî qanûn û mîsaqên navneteweyî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Kobanê piştgiriya xwe bi gelê Efganistanê re nîşan da û bang lê kir ku li ber xwe bidin û serkeftinê bikin armanca xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Sekretêrê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirê Ehmed Behadîn Şaban diyar kir ku yekitiya Kurd û Ereban ji bo aramiya herêmê, parastina gel û xêr û bêra wê girîng e, got, heger yekitiya îradeya her du aliyan li ser berxwedana li dijî planên dagirkeran çênebe dê herêmên dagirkirî rizgar nebin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Analîzvanê siyasî Nesir Ebdurezaq Ferwan da zanîn ku nexşerêya ku Rûsya pêşkêşî welatiyên Dera kiriye ne nû ye û dişibe bendên ku ji ber du mehan ve hikumeta Şamê pêşkêş kirine. Ew tevahî dikevin xizmeta berjewendiya hikumeta Şamê û kontrolkiirna başûrê Sûriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

 

Endama Yekitiya Jinên Şoreşger a Efganistanê Sara Sama got, "Jinên Efgan dê li dijî Talîbanê têkoşîna xwe bi awayên cuda bidomînin. Di siberojê de ji bo têkoşîna li dijî tundrawiyê dê bi roleke girîng rabin."

-Meclisa Jinan a Sûriyê panelekê li ser têkiliyên malbatî li Minbicê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Pêşangeha pirtûkên rêber Abdullah Ocalan a ji liyê Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê ve hatiye organîzekirin, di roja duyemîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Rojnamevan Şaswar Mame 'Lûtkeya Cîrantiyê ya Herêmî ' ku dê di dawiya vê mehê de ji aliyê serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ve bê lidarxistin, nirxand û got "Bi civînê re serokkomarê Iraqê Kazimî dixwaze mesajekê bide ku ew ji mîsyonên nû yên li Rojhilata Navîn re amade ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hizbullah da ku ji krîza hundir û destwerdana li Sûriyê bireve, sînaryoya şerê li welatê wêrankirî nexşe dike û bêyî tu bijarte welat li beramber şerekî vekirî li eniya başûrê rû bi rû dihêle. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Komeleya Marî ya Çand û Hunerê bi beşdarbûna rewşenbîr, siyasetmedar, komên hunerî û rojnamevan çalakiyeke bi navê "Keştiya aştiyê" li dar dixe. Di vê çalakiyekê de wê di nava rojekê de gereke li çemê Firatê were kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedarên ji kantona Efrînê bang li UNESCO`yê  kir ku li hemberî kelepûra mirovî ya li kantona Efrînê bi erka xwe rabe û têkildarî sûc, wêrankirina û talankirina şûnwarên kantonê ku dewleta Tirk û çeteyên wê pêk tînin hesab bixwaze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA