YPG`ê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk derewandin

YPG`ê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ku dibêjin şervanên wê şehîd bûne, derewandin. Her wiha YPG’ê piştrast kir ku wê tu çalakî li herêmên dagirkirî pêk neanîne.

YPG`ê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk derewandin
17 tebax, 2021   06:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser hesabê xwe ya Twitterê duh bi şev got: “Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker hê jî nûçeyên derew belav dike.”

YPG`ê diyar kir ku nûçeyên wezaretê yên der barê şervanên wê de, ji rastiyê dûr in.

Her wiha YPG`ê îdiayên wezaretê ku dibêjin şervanên wê şehîd bûne, derewandin û piştrast kir ku li herêmên dagirkirî tu çalakî pêk neanîne.

ANHA