Meclisa Malbatên Şehîdan: Em li pişt xelkê Şengalê ne

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê got, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şengalê israra şêniyên Şengalê ya berdewamkirina têkoşînê heta ku mafên xwe yên rewa bidest dixin, zêde dike.

Meclisa Malbatên Şehîdan: Em li pişt xelkê Şengalê ne
17 tebax, 2021   08:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên dewleta Tirk a dagirker duh sûka kevn a naverasta Şengalê bombebaran kir. Di encamê de yek ji fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Seîd Hesen û şervanê YBŞ`ê Îsa Xwedêda şehîd bûn.

Ji bo şermezarkirina êrişê, Meclisa Malbatên Şehîdan ya herêma Cizîrê daxuyaniyek da û tê de piştrast kir ku ew piştgiriya şêniyên Şengalê dikin.

Di daxuyaniyê de meclisê got:" Bi saya gerîla Şengal rizgar bû, li ber xwe da û saziyên xwe yên sivîl û leşkerî ava kirin. Her wiha ji cîhanê re îsbat kir ku xelkê wê dikarin wê biparêzin ji ber wê dewleta Tirk li hemberî van destkeftiyan aciz bû û bi hemû rêbazan hewl dide ewlehiya wê têk bibe. Di vê çarçoveyê de duh bi şev sûka kevn a naverasta bajêr bi dronan kir hedef ku di encamê de sivîl bûn qurbanî.”

Meclisê di daxuyaniyê de piştrast kir ku tevî van êrişan jî lê şêniyên Şengalê bi israr in ku mafên xwe yên rewa bi dest bixin, rêveberiya xwe ya xweser ava bikin û ev rêveberî li ser asta navneteweyî û herêmî were naskirin.

Meclisê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew piştgiriya xelkê Şengalê dike û banga yekitiyê kir bi taybet di vê pêvajoyê de ku divê kurd baldar bin û ji nakokiyan dûrkevin.

Her wiha meclisê bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî şêniyên Şengalê bigirin.

(şx)

ANHA