Ciwan Mele Eyûb: Êrişên vê dawiyê binpêkirina lihevkirinên têkildarî herêmê ne

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb diyar kir ku dewleta Tirk bi hedefgirtina rêya M4, lihevkirinên navneteweyî yên têkildarî herêmê binpê dike û armanc jê têkbirina ewlehiya herêmê ye.

Ciwan Mele Eyûb: Êrişên vê dawiyê binpêkirina lihevkirinên têkildarî herêmê ne
17 tebax, 2021   06:31
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Ji beriya çend rojan ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundewarên navçeya Til Temirê dikin. Herî dawî duh hêrêmên li kêleka rêya M4 û gundekî li başûrê navçeya Til Temirê yê li ser rêya Hesekê, hatin hedefgirtin.

Têkildarî mijarê, hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb diyar kir ku ji beriya 10 rojan ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî herêmê zêde kirine û wiha lê zêde kir: "Lê di 3 rojên dawîn de êdî herêm bi dijwarî û bêserûber tê hedefgirtin.”

Mele Eyûb da zanîn ku dewleta Tirk bi van êrişên xwe lihevkirinên navneteweyî yên têkildarî pêkanîna agirbestê li herêmê binpê dike û wiha pê de çû: “Herî dawî roja yekşemê rêya navneteweyî û gundê Til Hefyan Şerqî (Esfûriyê) yê li başûrê navçeyê ya li ser rêya Til Temir-Hesekê û kargeha qîrkirinê ya li rojhilatê navçeyê li ser rêya Til Temir-Qamişlo, topbaran kirin.”

‘BI ARMANCA TÊKBIRINA EWLEHIYA HERÊMÊ PROPAGANDAYEKE MEZIN HEYE’

Mele Eyûb bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi rêya dezgehên çapemeniyê û got: “Dagirker hewl didin bi rêya platformên xwe yên çapemeniyê tirs û fitneyê di nava şêniyên herêmê de belav bikin û ewlehiya wê têk bibin. Lê heta niha koçberî çênebûye wekî ku dezgehên wan îdia dikin.”

‘DIVÊ HÊZÊN LI HERÊMÊ ÇALAK BIN Û ÊRIŞAN RAWESTÎNIN’

Mele Eyûb daxuyand ku li herêmê baregeheke Rûsyayê heye û wekî hêzeke garantor li herêmê tê hesibandin û wiha domand: “Lê belê ew hêz erkên xwe bi cih nayne û êrişan ranawestîne. Êriş li dijî baregeha Rûsyayê jî tê kirin, lê dîsa jî bê deng dimîne.”

Ciwan Mele Eyûb bang li hêzên Koalîsyona Navneteweyî, hêzên garantor û civata navneteweyî kir ku van êrişan rawestînin beriya ku komkujî li dijî şêniyên herêmê pêk werin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UJVav_cLLtk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>