​​​​​​​Dagirkeriya Tirk car din gundewarê Til Temirê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker gundê Dirdara û Til Şenan û derdorê stasyona kehrebeyê yên li gundewarê Til Temirê, topbaran kirin.

​​​​​​​Dagirkeriya Tirk car din gundewarê Til Temirê topbaran kir
17 tebax, 2021   05:39
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Diradra yê bakurê navçeya Til Temirê, gundê Til Şenan ê Asûriyan ê li rojhilatê navçeyê û derdorê stasyona kehrebeyê ku nêzî baregeha Rûsya li bakurê navçeya Til Temirê ye, bi çekên giran û hawanan topbaran kirin.

ANHA