Ragip Duran: DAIŞ û Talîban xwînxwarên îslama siyasî ne

Ragip Duran diyar kir ku piştî ku Talîbanê Efganistan xist bin serweriya xwe, Erdogan dê hewl bide koçberan li dijî YE'yê wek kartekê bi kar bîne û destnîşan kir ku DAİŞ û Talîban her du jî belayên xwînxwar ên îslama siyasî ne.

Ragip Duran: DAIŞ û Talîban xwînxwarên îslama siyasî ne
17 tebax, 2021   05:24
NAVENDA NÛÇEYAN-CÎHAN BÎLGÎN

Talîbanê piştî ku serokê DYA’yê Joe Biden ragihand ku dê hêzên xwe heta meha Îlonê ji xaka Efganistanê vekişîne, duh paytext Kabul jî xist bin kontrola xwe.

Piştî ku DYA’yê hêzên xwe ji Efganistanê vekişandin Talîbanê bi lez welat kontrol kir û piştî vê yekê pêvajoyeke çawa li benda Efganistanê ye û bandora pêşveçûnan li ser sîyaseta cîhanê çi ye; rojnamevan û rexnegir Ragip Duran ji ANHA’yê re nirxandin.

/tr/uploads/files/2021/08/16/224943_ragip-duran.webp

Amerîkayê piştî 20 salan leşkerên xwe ji Efganistanê vekişandin. Berê leşkerên xwe ji Iraqê bi qismî vekişandibûn Başûrê Kurdistanê. Hin analîst dibêjin Amerîka li Iraq û Efganistanê têk çû û ji ber vê yekê vekişî, hin jî dibêjin ev stratejiyeke nû ye. Tu vê yekê çawa dinirxînî?

Hikumetên DYA’yê ji Trump û vir ve daxwaza operasyonên leşkerî yên li derveyî welat nekiriye. Ji şerê Koreyê û vir ve, Washingtonê li 5 parzemînan hikumet guherandin û welat dagir kirin. Lê belê hêza siyasî, aborî û leşkerî ya DYA’yê êdî nema dikare operasyonên bi vî rengî bike. Her wiha girîng e ku hevrikên mîna Rûsya û Çînê meydanê vala nehêlin. Operasyonên derve yên DYA'yê barekî mezin datîne ser aboriya wê, gelek caran nekarî pereyan bide û ji şerê Vîetnamê û vir ve li dijî destwerdanên bi vî rengî yên derve, nerazîbûna gel hebû.

Li Efganistanê çi diqewime? Talîbanê di nava kêmtirî mehekê de dest daniye ser welêt. Li gorî we li pişt vê yekê çi heye? Gelo bi hêzên cîhanî re lihevkirinek çêbû yan tenê valahiya piştî vekişîna Amerîkayê ji welat bû?

Belê, wekî ku te jî destnîşan kir, Talîbanê Efganistan ji texmînan di demeke pir kurttir de kontrol kir. Bê guman vekişîna leşkerên DYA’yê ji welêt, faktoreke girîng e. Faktoreke din jî ew e ku artêşa hikumeta Efganistanê ya ku hejmara wê ji ya Talîbanê zêdetir e û bi piranî ji alîyê Amerîkayê ve hatiye perwerdekirin, avakirin û çekdarkirin; xwe radest dike û heta dev ji çekan berdide û direve. Talîban herî zêde ji aliyê îstîxbarata leşkerî ya Pakistanê ve tê destekkirin. Îro hikumeta Pekînê jî li aliyê Talîbanê ye. Enqereyê jî ronahiya kesk da Talîbanê. Hêzên global, ne yekparêz in. Beriya ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bikare kom bibe û biryarê bide, Talîban li Qesra Serokkomariyê ya li Kabulê bi cih bû. Serjiamara Efganistanê û avadaniya etnîk, pirsgirêkên aboriyê yên gel, bertîl û gendelî di asteke bilind de ne û di çavê gel de Talîbanê rewa dike. Ez di salên 1978 û 1986’an de çûm Efganistanê û min hevpeyvînên dirêj kirin û weşandin. Ji wê demê û vir ve min ev welat şopand. Xizanî û perîşanî  wê demê jî pir zêde bû. Hê jî wisa ye. Ol navgîneke xurt a mayîna li vê xakê ye. Perwerde, tenduristî, xanî, mafên mirovan, hwd... Talîban rêxistineke oldar a radîkal e ku ev 20 sal e amadekariya desthilatê dike. Heke bandora wê bi hikumeta Kabulê re sînordar be, dibe ku zêde nebe bela. Lê belê Talîban namzet e ku bandoreke mezin li bêaramiya herêmê bike.

Talîban dê bi Efganistanê sînordar be? Ji aliyê siyasî ve li benda Efganistanê pêvajoyeke çawa heye?

Piştî ku Talîbanê Kabul kontrol kir; hiqûq, mafên mirovan, mantiq êdî li Efganistanê namînin. Heke cîranên we yên wekî Îran, Pakistan, Tirkmenistan, Ozbekistan û Tacikistan û her wiha Çîn hebin, bê guman hûn ê ji aliyê siyasî, olî, aborî û civakî ve bi derdora xwe re di nava têkiliyê de bin. Hemû cîran xwedî gelheyên misilmanan in. Welatiyên Efgan ên ku neçar man ji Efganistanê derkevin û li welatên cîran an jî heta Tirkiye yan jî welatên cuda yên Ewropayê penaber bûne jî, dê bi awayekî bi hikumeta Talîbanê re têkiliyê deynin. Ji aliyê siyasî ve rêxistineke terorîst a oldar a radîkal a xwedî hêza dewletê, dikare bandoreke neyînî li misilmanên li tevahiya cîhanê bike. Dê nakokiyên bi dewletên Rojava re zêde bike.

Brîtanyayê îşaret pê kiribû ku dibe ku bi Talîbanê re hevdîtinê bike. Tê gotin DYA bi Talîbanê re di nava dan û standinan de ye. Vê yekê rê li ber şîroveyên 'Talîban tê rewakirin' vekir. Bi rastî jî li pişt van dîmenan çi diqewime? Talîban DAIŞ'eke nû ye yan jî dixin nava sîstema global?

"Ya ku tu nikarî têk bibî, kedî bike." Ev nêzîkatiyeke emperyalîst e. Talîban bi nirxên xwe, taybetmendiyên olî, dîrok, erdnîgarî û jeopolîtîka Efganistanê, ne zîhniyeteke wisa ye ku bi hêsanî dikare xwe berde nava sîstema global a neolîberal û di nava vê mekanîzmayê de xwe bi rêxistin bike. Berovajî vê bi awayekî hişk, tund û tûj bersivê dide hewldanên bi vî rengî. Talîban ji hin aliyan ve ji DAIŞ'ê cudatir e. Dema mirov ji Rojava ve lê dinihêre, gelek hevpariyên xwe hene. Her du jî belayên xwînxwar ên îslama siyasî ne.

Dîmenên endamên Talîbanê yên ku ketin Kabulê û îşkence li sivîlan dikin, di medyaya civakî de hatin weşandin. Bi hezaran Efgan ji welêt koç dikin. Guman nîn e ku koçberî herî zêde ber bi Tirkiyê çêdibe. Hesabê ku li ser koçberên Efgan hatiye amadekirin çi ye?

Rêveberiya Enqereyê bi serê xwe xwedî polîtîkayeke hevgirtî, sîstematîk a têkildarî koçberiyê nîn e. Erdogan dixwaze pozîsyona xwe ya fermî ya li ser mijara koçberan li gorî konjonktura siyasî sererast bike. Ew ê hewl bide ji koçberên ku ji Efganistanê tên, mîna yên ji Sûriyê hatine, sûdê wergire. Ji ber vê yekê wek kartekê li dijî Yekitiya Ewropayê bi kar bîne, wek leşkerên kirêkirî di operasyonên li ser sînor de bi kar bîne, ji bo gendeliya xwe bi kar bîne û koçberan bi awayekî derqanûnî bê sîgorte û bê sendika û wek hêza kar a erzan bi kar bîne. Her wiha heke hewcedariyê pê bibîne, van koçberan bike welatî û ji bo xwe di hilbijartinan de bike depoya dengan. Lê belê cudahiyeke girîng di navbera koçberên ji Sûriyê û yên ji Efganistanê ji bo Erdogan heye. Hikumeta Erdogan dijminatiyê li Esad dike, lê diyar kir ku nirxên wan û yên Talîbanê heman in û dikare dan û standinê bi Talîbanê re bike.

Li ser bingeha tevgera li Efganistanê, pêşbîniya ku krîza Rojhilata Navîn veguhêzin Asyaya Navîn dê rast derkeve?

Krîza Rojhilata Navîn qewîn e, naçe cihekî din. Tenê belkî hinekî li derdora xwe belav bibe. Heta ku pirsgirêka Filistînê û pirsgirêka Kurd neyên çareserkirin û Sûriye neyê biîstîqrarkirin, li Rojhilata Navîn aştî pêk nayê. Piştî demekê, heke tesfiyeya dewletên di bin serweriya padîşah, şêx, emîr û siltanan de bikeve rojevê, dibe ku rewşa Rojhilata Navîn baş bibe.

Heke krîza vê deverê biguherîne, li Asyaya Navîn û Pasîfîkê, em dikarin bibin şahidê şerekî nû û germtir di navbera hêzên rojavayî û Çînê de. Gelo dibe ku geşedanên li Efganistanê di pêvajoyeke wiha de rû bidin?

Ji ber ku niha di cîhana global de girîngiya herêmî kêm bûye. Dibe ku nakokiyên Amerîka-Îran, Amerîka-Çîn û Amerîka-Rûsyayê wek we pêşbîn kir, derbasî qonaxeke germtir ya pevçûnê bibin wekî krîza li Efganistanê û li cihên din zêde dibe û belav dibe.  Di sedsala 21'an de ku tevgerên girseyî yên modern ên mîna MeToo û Black Lives Matter li çar aliyên cîhanê geş dibin, şaristaniyeke (wehşetek) li cîhana rojhilatî tê ser desthilatê. Mixabin!

ANHA