ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-08-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-08-2021
16 tebax, 2021   23:00

- Rûspiyên Tebqayê bang li civata navneteweyî û Komkara Ereban kirin ku bi lez biryaran bigirin, dagikirina li Iraq û Sûriyê ya ji aliyê dewleta Tirk ve bidawî bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- “Dema tu derbasî Serêkaniyê dibî mîna ku tu derbasî eyaleteke tirk bûye”, bi vê hevokê çeteyê bi navê Seed Xilêf rewşa bajarê dagirkirî wesifand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên navenda Çand û Huner a navçeya Sirînê got: "Divê em destê xwe bixin destê hev, tirsê bişkînin û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan jî rakin da ku hemû komployên li dijî me têne kirin, têk bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Yekitiya Jinên Ciwan a Minbic û gundewarên wê pêşangeheke pirtûkên rêber Abdullah Ocalan li navenda yekitiyê vedikin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Malbatên şehîdan ên bajarê Dêrikê diyar kir ku guleya yekemîn a di 15'ê Tebaxa 1984'an de hat avêtin, gelê Kurd bi têkoşînê ve girê da û tovên destpêkê yên şoreşa Rojava di 15'ê Tebaxê de hatin çandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Hikumeta Iraqê ya bi serokatiya Mistefa Kazimî dê di dawiya Tebaxê de bi beşdariya welatên cîran û hin dewletên din civîneke ewlekarî û aborî li dar bixe. Gelo armanc ji vê civînê çi ye û encamên ku dikare bi xwe re bîne, çi ne? (BI WÊNE).

HEVPEYVÎN

- Nivîskarê jeopolîtîk ê misirî Amr Emar got, Amerîka di komkirina terorîstan li welatên Ereban û bikaranîna wan li hemberî Rûsya û Çînê de bi bin ket. Ji lew re ji Efganistanê vekişiya da ku Talîban wê valahiya stratejîk dagire.  Her wiha destnîşan kir ku Washington bi rêya derxistina şerê bi wekîlan li Kabulê dixwaze girîntirîn rêyên Çînê li ser rêya Hevrişmê qut bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ragip Duran diyar kir ku piştî ku Talîbanê Efganistan xist bin serweriya xwe, Erdogan dê hewl bide koçberan li dijî YE'yê wek kartekê bi kar bîne û destnîşan kir ku DAİŞ û Talîban her du jî belayên xwînxwar ên îslama siyasî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê dest bi tedbîrên pêşîlêgirtina pêla 4’an a vîrusa Koronayê dike. Komîteyê dayîna derziyên vîrusa Koronayê didomîne navendên karantînayê jinûve sererast dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA