Nacî Elî: Îdiayên Tirkiyê xepandin e, nakokiyên di nava YNK`ê de jî xeter in

Reportaj Summay

Nacî Elî: Îdiayên Tirkiyê xepandin e, nakokiyên di nava YNK`ê de jî xeter in
6 tebax 2021   04:54

Rojamevanê Iraqî û Lêkolînerê kar û barên Kurdan Nacî Elî da zanîn ku îdiayên dewleta Tirk yên têkildarî PKK`ê xepandin e û rewakirina sûcên ku pêk tîne ye û got: "Tişta ku niha di nava YNK`ê de rû dide xeter e, ji ber ku dewleta Tirk piştgiriya nakokiyên di nava YNK`ê de dike."

Nacî Elî bal kişand ser bihaneyên dewleta Tirk û got: "Îdiayên dewleta Tirk yên têkildarî hebûna PKK`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li Başûrê Kurdistanê, xepandin e û rewakirina sûcên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê, Mexmûr û Şengalê li dijî sivîlan pêk tîne ye."

Elî destnîşan kir ku helwesta hikumeta Herêma Kurdistanê li hemberî van destwerdanên dewleta Tirk şermeke mezin e.

Elî got dewleta Tirk bi awayekî leşkerî destwerdana Iraqê dike û baregehên xwe li wir ava dike, lê ev bargehên dewleta Tirk gelê Iraqê ji hev dixe û hewl dide şerê tayîfî pêş bixe.

Elî anî ziman ku dewleta Tirk ji aliyekî ve îdia dike ku destekê dide gelê Iraqê, lê ji aliyekî din ve jî avê li ser wan qut dike û ev xapandineke mezin e.

Dewleta Tirk bi roleke xerab radibe da ku YNK`ê ji hev bixe û Îran jî bi heman rolê radibe ku partiyên kurdî li Başûrê Kurdistanê ji hev bixe. Lê tişta ku niha rû dide xeter e, ji ber ku Tirkiyê piştgiriyê dide nakokiyên di nava YNK`ê de.

Rojamevanê Iraqî û Lêkolînerê Karûbarê Kurdan Nacî Elî pirsên ajansa me yên êrişên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê, armancên Tirkiyê û Îranê li Başûrê Kurdistanê, nakokiyên di nava YNK`ê de, rewşa hundirîn a hikumeta Başûrê Kurdistanê û hilbijartinên Iraqê, bersivandin.

Berfirehiya hevpeybîna bi Nacî Elî re wiha ye:

*Dewleta Tirk hinceta PKK`ê êrişî Başûrê Kurdistanê dike. Wekî lêkolînerê karûbarên Kurdan, hûn van êrişan çawa dinirxînin?

Dagirkirina dewleta Tirk beşek ji Rojavayê Kurdistanê-Sûriyê û Başûrê Kurdistanê-Iraqê bi hinceta şerê li dijî PKK`ê, di çarçoveya planeke Tirkî-Erdoganî de ye ku dixwaze Împratoriya Osmaniyan jinûve vejîne. Hinek alî hene dibêjin ku PKK`ê li herêmên Kurdan yên li çar parçeyên Kurdistanê ye ji bo vê yekê dewleta Tirk êriş dike, lê gelo ma PKK`ê li herêma El-Busra ya li başûrê Iraqê jî heye ku dewleta Tirk serweriyeke xwe ya mezin li wir ava kiriye. Ev pirs li kolana Iraqê û ji aliyê çavdêrên ku rewşa Iraqê dişopînin ve tê kirin. Erdogan dixwaze Impratoriya Osmaniyan di bin berdeya îslamê de vejîne. Ragihandina nêzî Erdogan jî, Erdogan wekî rêberê neteweya îslamê nîşan dide. Bê guman Erdogan vê hewldana xwe bi rêya bazirganiya bi ola îslamê û bi rêya Îxwan Muslimîn pêk tîne. Lê ev hewldan bisernavkin û îdiayên wî yên hebûna PKK`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li Başûrê Kurdistanê, xepandineke û rewakirina sûcên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê, Mexmûr û Şengalê li dijî sivîlan pêk tîne ye.

*Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê sûcên li dijî mirovahiyê pêk tîne û çekên kîmyawî bi kar tîne, daran qut dike û xwezayê qir dike, lê li hemberî van sûcan em dibînin ku hikumeta Iraqê û ya herêma Kurdistanê bêdeng e. Hûn vê bêdengiyê di kîjan çarçoveyê de dinirxînin?

Mixabin hikumeta Iraqê, hikumeteke lawaz e û nikare li hemberî binpêkirina serweriya Iraqê û dagirkirina Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve, bisekine. Sûcên dewleta Tirk li Iraqê bi qutkirina daran û bikaranîna çekên ku li gorî olên yekxweda û qanûnên mafên qedexe ne, sînordar nema ye, lê dewleta Tirk bi awayekî leşkerî destwerdana Iraqê dike û baregehên xwe li wir ava dike. Dewleta Tirk gelê Iraqê ji hev dixe û hewl dide şerê tayîfî pêş bixe. Lewra hebûna dewleta Tirk li Iraqê dagirkerî ye û eger hikumeta Iraqê di parastina serweriya xwe de bi israr e, divê serî li civaka navneteweyî bide da ku destwerdana dewleta Tirk rawestîne û dagirkeriya Tirk ji Iraqê biqewitîne. Ji ber ku dewleta Tirk bi qutkirina daran û bikaranîna çekan û hedefgirtina sivîlan têr nebûye, av jî li ser gelê Iraqê qut kiriye. Dewleta Tirk ji aliyekî îdia dike ku destekê dide gelê Iraqê, lê ji aliyekî din avê li ser wan qut dike. Ev xapandineke mezin e û gelê Iraqê gelekî hişyar e û dizane ku dewleta Tirk hewl dide çeman li Iraqê zuha bike, da ku rola xwe li Iraqê berfireh bike.

Helwesta hikumeta Herêma Kurdistanê jî ji helwesta hikumeta Iraqê ne cûda ye û helwesta wê jî li hemberî destwerdanên dewleta Tirk pir lawaz e. Herî kêm car caran hikumeta Iraqê daxuyaniyê şermezarkirinê dide, lê helwesta hikumeta Herêma Kurdistanê li hemberî van destwerdanên dewleta Tirk şermeke mezin e.  

*Êrişên dewleta Tirk wê bandoreke çawa li rewşa hundirîn a Herêma Kurdistanê bike?

Dagirkeriya Tirk, topbaran û êrişên wê li ser Başûrê Kurdistanê, gelê Iraqê hişyar dike û raya giştî Kurdistanî dizane ku Erdogan heta niha bi hincetên bêbingeh hewl dide daxwazên xwe pêk bîne. Di heman demê, Erdogan hewl dide herêma Kurdistanê, parêzgeha Nînewe û Kerkûkê tev li axa Tirkiyê bike. Ji aliyekî din ve jî, diplomasiya Tirkiyê roleke xerab li Başûrê Kurdistanê bi rêya jihevxistina gelê Başûrê dilîze. Her wiha li Kerkûkê jî dewleta Tirk bi heman rola xerab bi rêya siyaseta cûdekariyê ya navbera Kurd û Ereban û Sunî û Şîa de, dilîze. Lewra divê hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta Iraqê li hemberî vê rola xerab a Tirkiyê bisekinin.   

*Em derbasî mijareke din bibin, lê di çarçoveya êriş û armancên dewleta Tirk de ye. Ev demeke li Silêmaniyê ku baregeha sereke ya YNK`ê ye, ji ber nakokiyên di nava YNK`ê de û di encamê de Bafil pismamê xwe Lahûr ji erk xist, metirsiyek heye. Lahûr jî bi helwesta xwe ya li dijî destwerdanên Îranê û Tirkiyê li herêmên Kurdan dihate naskirin. Gelo ji erkxistina Lahûr planeke hevbeş a Îranê û Tirkiyê ye?

Şerê ragihadina Tirkiyê li dijî Silêmaniyê û taybet li dijî YNK`ê, sedema xwe eşkere ye. Ji ber ku YNK`ê piştgiriya mirovahî dida hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştgirî dida doza kurdî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk bi roleke xerab radibe da ku YNK`ê ji hev bixe. Îran jî bi heman rolê radibe ku partiyên kurdî li Başûrê Kurdistanê ji hev bixe.

Nakokiyên di navbera YNK`ê de ne nû ye. Berê jî parçebûn çêbû û Mistefa Şêrwan ji YNK`ê veqetiya û Tevgera Goran ava kir. Lê tişta ku niha rû dide xeter e, ji ber ku Tirkiyê piştgirî dide nakokiyên di nava YNK`ê de.

*Gelo armancên hevbeş ên Îran û Tirkiyê ji siyasetên li dijî Başûrê Kurdistanê dimeşînin, çi ne?

Îran, Tirkiyê, Sûriyê û heta hin partiyên Iraqê yên di nava hikumetê de, dixwazin hikumeta Herêma Kurdistanê lawaz bikin, nexasim li hemberî êrişên dewleta Tirk dixwazin lawaz be. Bi vê yekê dixwazin hikumeta Herêma Kurdistanê berê xwe bide hikumeta Iraqê û tiştên ku hikumeta Iraqê bixwaze jî pêk bîne.

Ji aliyekî din ve jî, hikumeta Iraqê berpirsê parastin û serweriya Iraqê ye, lê tişta ku hikumeta Iraqê dike ne li gorî destûra Iraqê ye. Ji ber vê yekê jî divê hikumeta Herêma Kurdistanê li hemberî êrişên ji Tirkiyê û Îranê, di hundirê xwe de divê yekitiyekê çêbike. Lê eger nakokiyên partiyên kurdî dewam bike, hişyariyeke paşerojeke ne baş ji bo Başûrê Kurdistanê û tevahiya gelê Kurd, derdikeve holê.

*Ji bo ku helwesta hikumeta Herêma Kurdistanê bi hêz be, çi ji partiyên kurdî yên li Başûrê Kurdistanê tê xwestin?

Divê partiyên kurdî li Başûrê Kurdistanê yekrêziya xwe çêbike û bi partiyên Iraqê re di nava hevkariyê de bin, da ku dengê Kurdan bigihînin qada navneteweyî. Her wiha ji cîhanê re isbat bikin ku rola Tirkiyê li Tirkiyê, Iraq û Sûriyê tenê qetilkirina gelê Kurd e.

Ji aliyekî din ve jî hilbijartinên parlamentoya Iraqê nêz dibin, lê mixabin em dibînin ku roleke mezin a Tirkiyê di van hilbijartinan de heye bi rêya destekdayîna hin partiyan. Ev yek jî wê deriyê şerê tayîf vebike û di navbera gelên Iraqê de wê fitne çêbibe.

ANHA