‘Bombebarana li dijî Şengalê binpêkirina serweriya Iraqê ye’

Endamê Yekitiya Êzidiyên Sûriyê Mehmûd Reşo êrişa li dijî Şengalê şermezar kir û wek binpêkirina serdestiya Iraqê bi nav kir. Reşo bang li hikumeta Iraqê kir ku rê li êrişên dewleta Tirk ên li dijî erdnîgariya Iraqê, bi taybet Şengalê bigire.

‘Bombebarana li dijî Şengalê binpêkirina serweriya Iraqê ye’
16 tebax, 2021   12:11
HESEKÊ

Balafirên dewleta Tirk a dagirker îro sûka kevn a li naverasta Şengalê bombebaran kir. Di encamê de 2 sivîl şehîd bûn, 2 din jî birîndar bûn.

Girêdayî mijarê, endamê Yekitiya Êzidiyên Sûriyê Mehmûd Reşo got ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk a dagirker êrişî Şengalê dike û wiha domand: “Dewleta Tirk hemwextî salvegera şehadeta Mam Zekî Şengalî di 15’ê Tebaxê de û salvegera komkujiya Koço de êriş kir.”

Reşo diyar kir ku ev êriş hemwextî serdana serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêk hat ku dixwest rewşa herêmê bişopîne. Reşo got: “Dewleta Tirk ji vê êrişê armanc dike şêniyên Şengalê venegerin warên xwe, ewlehî û aramiya li herêmê têk bibe.”

Reşo axaftina xwe wiha domand: “Şêniyên Şengalê li gorî qanûnên navneteweyî xwe bi xwe bi rê ve dibin. Ev êriş li dijî qanûnan e û li dijî serdestiya Iraq û hikumeta navendî ye.”

Reşo ev êriş şermezar kir û bang li hikumeta Iraqê kir ku rê li pêşiya êrişên li dijî erdnîgariya Iraqê bi taybet Şengalê bigire.

Reşo bang li rêxistinên mirovî yên cîhanî, mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku van sûcan rawestînin û piştrast kir ku dewleta Tirk armanc dike, komkujiyên li dijî şengaliyan ji nû ve dubare bike û ewlehiya li herêmê têk bibe.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bOaREHWb4T8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>