Îbrahîm El-Qeftan: Çareserkirina aloziya Sûriyê bi diyalogê pêkan e

Îbrahîm El-Qeftan got “Partiya me teqeziyê bi yekitiya xaka Sûriyê dike. Em hewl didin bi hemû beşên civaka Sûriyê re rûnin û aloziyê çareser bikin.”

Îbrahîm El-Qeftan: Çareserkirina aloziya Sûriyê bi diyalogê pêkan e
16 tebax, 2021   12:20
 DÊRAZOR

Îro Partiya Sûriya Pêşerojê li meclisa sivîl a herêma Kesra ya rojavayê Dêrazorê civînek li dar xist. Hejmareke endamên partiyê, nûnerên meclisên sivîl û herêmî yên Dêrazorê beşdarî civînê bûn.

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan ji ajansa me re axivî û behsa armanca wan ji lidarxistina civînên bi vê rengî li Dêrazor û Reqayê kir. Li gorî El-Qeftan, armanca wan nasandina bername û armancên Partiya Sûriya Pêşerojê ye.

El-Qeftan bal kişand ser hewldanên wan ên rûniştina bi aliyên sûrî re û çareserkirina aloziya Sûriyê, bêyî dûrxistina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştrast kir ku şêniyên herêmê beşdarî civînên li Cinêv, Astana û Soçiyê nehatin kirin.

Îbrahîm El-Qeftan wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em hewl didin bi hemû aliyên Sûriyê re rûnin û aloziyê çareser bikin. Ji ber ku em bi yekitiya xaka Sûriyê bawer in.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/p9x0XaaFfYg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>