'Têkoşîna tevgera azadiyê pêşerojê ava dike'

Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyê Cemal Şêx Baqî diyar kir ku piştî 15'ê Tebaxa 1984'an wan texmîn nedikir ku tevgera azadiyê ev qas mezin bibe û got “Heke wê rojê me tevgera azadiyê baş analîz bikira, dê pêvajo biketa qonaxeke din."

'Têkoşîna tevgera azadiyê pêşerojê ava dike'
15 tebax, 2021   00:46
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENÎZ

Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyê (P.D.K.S) Cemal Şêx Baqî diyar kir ku berxwedana 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd destpêkek bû.

Cemal Şêx Baqî diyar kir ku beriya sala 1984'an wan dikaribû texmîn bikin ku li Kurdistanê çirûskek pêkeve û wiha axivî: "Ez wê demê nêzî PKK'ê bûm. Berxwedana li Hîlwanê, li Sêweregê û berxwedana li dijî zextên mezin ên li zindana Amedê, lêgerîna gelê Kurd a berxwedanê raxist ber çavan. Ji bilî berxwedan û têkoşîna li dijî dewleta Tirk a faşîst, tu vebijêrkeke tevgera azadiyê tune bû. Di wê rewşê de di nava PKK'ê de hişmendiyeke mezin derdiket holê. Ev tirsa li mirovan dihat ferzkirin, hate şikandin. Piştî berxwedana li zindana Amedê, diviyabû tiştek biqewime û hêrsa mezin teqiya. Di pêvajoyeke wiha de tevgera PKK'ê di 15'ê Tebaxê de li dijî dewleta Tirk a faşîst çalakiya xwe ya yekemîn pêk anî û nîşan da ku êdî gelê Kurd bê xwedî nîn e û roja hesabpirsînê hatiye."

'JI XEYNÎ SERKEFTINÊ TU VEBIJÊRKEKE DIN JI BO 15'Ê TEBAXÊ TUNE BÛ'

Cemal Şêx Baqî axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ji bo gelê Kurd di Pêngava 15’ê Tebaxê de ji xeynî serkeftinê tu vebijêrkeke din tune bû. Diviyabû siyaseta qirêjî ya ku bi sedan salan li ser gelê Kurd tê meşandin, bihate hilweşandin. Diviyabû ev çalakî ne tenê çalakiyek bûya. Dihate hêvîkirin ku piştî kongreya duyemîn a PKK'ê gaveke wiha were avêtin. Di vê pêvajoyê de ji bo tevgera ku dê li çar parçeyên Kurdistanê bi fedakariyên mezin derkeve holê, amadekarî dihate kirin. Bi taybetî li Lubnanê komên çekdar dihatin perwerdekirin ku tevgerên cuda yên Filistînê alîkariya komên çekdar ên destpêkê yên PKK'ê dikirin. Di wê serdemê de ciwanên ji Tirkiye û gelek deverên Bakurê Kurdistanê ji bo beşdarî nava refên PKK'ê bibin, dihatin Lubnanê. Tevî ku pisporî û tecrubeya wan kêm bû jî, bi hezkirin û biryardariyeke mezin dilxwaz bûn ku vê têkoşînê bidomînin."

'ME TEXMÎN NEDIKIR KU DÊ TEVGER EV QAS MEZIN BIBE'

Cemal Şêx Baqî bîranînên xwe yên pêvajoya 15’ê Tebaxê wiha vegotin: "Me 5 torbe danezan çap kirin û ji bo belavkirinê şandin herêman. Di daxuyaniyê de ku wê rojê hate dayîn, propagandaya çekdarî û vejîna hêviya gelê Kurd a windabûyî hate ragihandin. Xwestin bi çalakiyên leşkerî hêviya gelê Kurd ji cîhanê re ragihînin. Dîsa dewleta Tirk a faşîst tu rê nehiştibû. Tenê vebijêrka şer ji gelê Kurd re hiştin. Gelê Kurd bi tevgera azadiyê re li ber xwe da. Me digot qey 15’ê Tebaxê dê tiştekî nû biafirîne. Lê me nekarî bibînin ka dê çawa veguhere pêngaveke ew çend mezin. Dema em li rewşa ku îro derketiye holê dinihêrin, bi rastî jî encama guleya yekemîn a 15’ê Tebaxê dibînin. Heke wê rojê me bikariya tevgera azadiyê baş analîz bikira, dibe ku pêvajo cudatir bibûya."

Şêx Baqî diyar kir ku 15’ê Tebaxê têkoşîna gelê Kurd derxist merheleyeke din û wiha dewam kir: "Berxwedana gelê Kurd di 15’ê Tebaxê de gihaşt gel. Cudahiya 15’ê Tebaxê ji serhildanên  din,ev e. Gel di pêvajoyên biryardayînê de cihê xwe girt û tev li têkoşîna çekdarî bû. Pêngava 15’ê Tebaxê dîroka Kurdan vejand. Gelê Kurd ji tunebûnê rizgar kir û kir ku careke din li ber xwe bide.”

'PKK HER ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ AZAD DIKE’

Şêx Baqî got tevgera azadiyê Kurdistanê tenê wek parçeyekî nabîne, lê ji bo rizgarkirina tevahiya Kurdistanê şer dike û wiha pê de çû: "Li Kurdistanê de gelek tevger derketin, lê hemûherêmî bûn. Tevgera PKK'ê ji yên din gelekî cudatir bû. Tevgera ku piştî 15’ê Tebaxê derket holê, Kurdistan ji hev qut nedît. Li tevahiya Kurdistanê xwedî derket. Çar parçeyan diyar kir ku azadiya Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye."

Şêx Baqî îşaret pê kir ku rêxistinên xwedî kevneşopa 70 salan li Başûrê Kurdistanê nikarin hêza parastina gelê xwe biafirînin û got: "Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) ku bi Pêngava 15’ê Tebaxê re çalakiya destpêkê kir, di birêxistinkirina civakê de bi roleke çalak rabû. Tevgera azadiya Kurdistanê gelê xwe parast. Her kesî bi çavê xwe dît ku li Şengalê çi qewimî. Me dît ku li Kerkûkê çi qewimî. Ev tevgera ku 15’ê Tebaxê dest pê kir, Başûrê Kurdistan parast û nehişt dewleta Tirk a dagirker êrişî van herêman bike. Heke tevgera azadiyê ya Kurd li Başûrê Kurdistanê bûya, dewleta Tirk ev çend bi hêsanî nedikarî lê tev bigere.”

'HEKE TEVGERA AZADIYÊ NEBÛYA ROJAVA DÊ BIBÛYA IDLIB'

Cemal Şêx Baqî diyar kir ku bêyî tevgera azadiyê wê şoreşa Rojava gelekî zehmet bû û ne mimkun bû ku bigihije vê merheleyê û wiha pê de çû: "Bêyî tevgera azadiyê ya Kurdistanê, ev guhertin û ev destkeftî dê li Rojava tu carî nehatana tecrubekirin. Dê dawiya me jî mîna ya ENKS'ê bûya. Ev ax dê veguheriya Idlib û Ezazê. Di sala 2012’an de çeteyan hewl da bikevin Tiltemir û Serêkaniyê. Kê gelê vê xakê parast? Kî guhertinên wiha mezin li ser axa Rojava, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn. Tevgera azadiyê bi ruhê berxwedanê yê 15’ê Tebaxê di parastina vê xakê de roleke mezin lîst."

Cemal Şêx Baqî got: “Di dema vê pêngavê de gelê Kurd ji bilî qezenckirinê tu fikreke xwe ya din tune bû. Tenê têrê nekir ku şer bikin, armanc danîn ku şer bigihînin serkeftinê. Gel ev raperîn hembêz kir û bû parçeyek ji têkoşînê. Bêyî PKK'ê û Pêngava 15’ê Tebaxê me yê di sala 1959'an de jî qetlîameke bi heman rengî bidîta. Îro li vê erdnîgariyê tevgera herî şoreşger, ya herî zêde azadiyê diparêze û ji bo gelê xwe şer dike, tevgera azadiya Kurdistanê ye. Ev yek ji bo gelan modela nû ya pêşerojê ye."

'15'Ê TEBAXÊ AFIRANDINA XWEPARASTINA GEL E'

Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyê (P.D.K.S) Cemal Şêx Baqî axaftina xwe wiha domand: “15'ê Tebaxê di heman demê de tê wateya avakirina xweparastina gel. Divê gelê me li dijî şerê taybet parastina xwe ya cewherî ava bike. Wezîfeya gelê Kurd ev e. Li gel tevgera azadiyê disekine. Ev tevgera ku bi hêviyek kêm dest pê kir, piştî van hemû salan xwe gihand vê pêvajoyê. Divê gelê me baş bawer bike ku ev tevger dikare çi bike. Tevgera azadiya Kurdistanê nikare bê şikandin. Hebûna gel hebûna tevgera azadiya Kurdistanê ye. Ev gel bi salan e li çar parçeyên Kurdistanê bi parastina xwe hatiye vê pêvajoyê. Çi qas êriş bikin jî dê têkoşîna tevgera azadiyê pêşerojê biafirîne. Serkeftin êdî ji bo gelê Kurd mîsoger e."

Cemal Şêx Baqî wiha lê zêde kir: "Carinan ez xwe bi xwe dibêjim heke min 15’ê Tebaxê baş fêm bikira, min ê dîroka vê tevgerê saet bi saet binivîsanda. Dîroka vê tevgerê ew çend hêja ye. Me nedidît ku dê wiha mezin bibe û ji bo gel bibe hêvî. Tevî ku ez ji partiyeke din im jî, bi salan e li gel tevgera azadiyê me. Ruhê 15’ê Tebaxê zindî ye. Ez bawer dikim ku ev ruh dê dijminên me jî têk bibe”

ANHA