ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-08-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-08-2021
14 tebax, 2021   23:00

-Li bajar û navçeyên herêma Cizîrê bi boneya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê şahî tên lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberiya Sivîl a Minbic û gundewarên wê bi boneya salvegera 5'emîn a rizgarkirina Minbicê şahiyekê li dar dixe, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Dirbêsiyê êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye şermezar kirin û  piştrast kirin ku ew ê berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin da ku ax û destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan bi dest xistine, biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan diyar kir ku revandina gerîlayan ji aliyê PDK'ê ve xizmeta dagirkeriya Tirk dike û bang li PDK`ê kir ku çarenûsa wan zelal bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Desteya Giştî ya Yekitiya Parêzeran a Reqayê Xalid El-Hesen banga naskirina Rêveberiya Xweser ji aliyê siyasî ve kir û got, Rêveberiya Xweser di encama şerê li dijî terorê  de gelek destkeftî bi dest xistin û naskirina ji aliyê siyasî ve heq kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

-"Pêngava 15’ê Tebaxê raperîna ramanê ye, îfadeya ramanê ye û pêkhatina wê ye. Ev îfade bi çekan çêbû. Ji ber ku hemû deriyên axaftin, nîqaş, nivîsandinê hatibûn girtin. Teqîna çekan di rastiya xwe de îfadekirina ramanê ye, ya dozê bi xwe ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Tevî hewldanên Rûsyayê dosya Derayê ya başûrê Sûriyê hîna nehatiye çareserkirin, hin çavdêr dibêjin ku herî zêde dewleta Tirk û Pakistan sûdê ji serweriya Talîbanê ya li Afganistanê werdigirin. (BI WÊNE).

ROJHILATA NAVÎN

- Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze fatoreya krîza aborî û siyasî ya li Tirkiyê li koçberan bibire û anî ziman ku zimanê nîjadperest rê li ber zêdebûna êrişên li dijî penaberan vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyê Cemal Şêx Baqî diyar kir ku piştî 15'ê Tebaxa 1984'an wan texmîn nedikir ku tevgera azadiyê ev qas mezin bibe û got “Heke wê rojê me tevgera azadiyê baş analîz bikira, dê pêvajo biketa qonaxeke din." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El-Yûsif diyar kir ku piştî rizgarkirina Minbic ji çeteyên DAIŞ'ê Minbic rengê xwe yê çandî vegerand û di vê qadê de gavên mezin avêt. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA