Ciwanên Helebê salvegera 15'ê Tebaxê pîroz kir

Bi diruşma "Bi rihê 15'ê Tebaxê werin cejna azadiyê" Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi meşeke meşaleyî salvegera 37'an a Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir.

Ciwanên Helebê salvegera 15'ê Tebaxê pîroz kir
Ciwanên Helebê salvegera 15'ê Tebaxê pîroz kir
Ciwanên Helebê salvegera 15'ê Tebaxê pîroz kir
Ciwanên Helebê salvegera 15'ê Tebaxê pîroz kir
Ciwanên Helebê salvegera 15'ê Tebaxê pîroz kir
Ciwanên Helebê salvegera 15'ê Tebaxê pîroz kir
Ciwanên Helebê salvegera 15'ê Tebaxê pîroz kir
14 tebax, 2021   20:34
HELEB

Bi sedan ciwanên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê bi meşale, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan, TEV-DEM û posterên rêber Abdullah Ocalan ji pêşiya navenda ciwanan a beşê rojavayê taxê dest bi meşê kir.

Ciwanan bi berzkirina diruşmên silavkirina berxwedana gerîla ber bi qada Cîbayat a rojhilatê taxê ve meşiyan û li wir mîtîngeke li dar xist.

Piştî deqeya rêzgirtin endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Maya Weqas salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li rêber Ocalan, şehîdên azadiyê û tevahî gelên Rojhilata Navîn pîroz kir û got, berxwedana gerîlayan a li Avaşîn, Zap û Metînayê dê bi rihê 15'ê Tebaxê bi serkeve.

Piştî axaftinan li ber stranên şoreşgerî xelekên govendê hatin gerandin.

ANHA