Li herêma Firatê Mîhrîcana Şanoyê dê were lidarxistin

Desteya Çand û Hunerê ya herêma Firatê bi dirûşmeya "Arîn keziyên aştiyê ye" lidarxistina 1`emîn Mîhrîcana Şanoyê ragihand.

Li herêma Firatê Mîhrîcana Şanoyê dê were lidarxistin
14 tebax, 2021   12:14
KOBANÊ

Mîhrîcan bi hevkariya Tevgera Mezopotamyayê ya çand û hunerê, dê di navbera 5`ê Cotmehê heta 15`ê heman mehê de li ser dika Navenda Baqî Xido ya Çand û Huner a bajarê Kobanê were lidarxistin.

Ji bo bîranîna şehîd Arîn Mîrkan mîhrîcan wê di dewreya xwe ya yekemîn de bi dirûşma "Arîn keziyên aştiyê ye" li dar bikeve. Dê gelek komên muzîkê, şano û stran ji kantonê û derveyî wê tê de beşdar bibin. Beşdarbûna di mîhrîcanê de li pêşiya hemûyan vekirî ye.

(bx)

ANHA