Piştî topbarana dijwar, hêzên Rûsyayê serdana eniyên şer ên li Zirganê kirin

Piştî ku gundewarê navçeya Zirganê rastî topbaraneke dijwar ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ve hat, şandeyeke hêzên Rûsya serdana eniyên şer ên li gundewarê navçeya Zirganê kir.

Piştî topbarana dijwar, hêzên Rûsyayê serdana eniyên şer ên li Zirganê kirin
14 tebax, 2021   11:19
HESEKÊ

Duh bi şev dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî gundewarê navçeya Zirganê topbaran kir. Ji bo şopandina asta zirarên topbaranê, şandeyeke hêzên Rûsyayê serdana eniyên şer kir.

/ar/uploads/files/2021/08/14/110236_aldrbasea-14-8-2021-28129.bmp

Di nava şandeya Rûsya de ceneralekî payebilind heye û di van kêliyan de gera xwe ya li ser gundên ku hatine topbarankirin, didomîne.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xOrvHqAE4cE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>