Ronesansa Kurdan; 15`ê Tebaxê

Pêngava 15`ê Tebaxê ronesansa Kurdan a serdema nû ye. Ev ronesans îro bi pêşengiya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, modeleke nû ya jiyanê li Rojhilata Navîn diafirîne.

Ronesansa Kurdan; 15`ê Tebaxê
14 tebax, 2021   00:46
NAVENDA NÛÇEYAN-KENDAL CÛDÎ

Li welatê me Kurdistanê piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn û bi Peymana Lozanê ya sala 1923`yan Komara Tirkiyê hate damezirandin û êdî jiyan ji bo Kurdan heram bû. Dewleta Tirk a qirker êdî Kurd wek pêkhateyeke sereke ji nedidîtin û hemû mafên Kurdan çewisandin. Heta axaftina bi kurdî jî qedexe kirin.

Lê Kurdan qedera ku lê hatibû ferzkirin, qebûl nekir. Li ser bingeha ‘ez Kurd im û ji mafên min jî hene’ ji sala 1925`an ve li Bakurê Kurdistanê, bi pêşangiya Şêx Seîd yekemîn serhildana Kurdan li dijî bêedaletiyê û zilm û zordariya dewleta Tirk, dest pê kir. Ev serhildan dirêj nekir û piştî çend mehan, têk çû. Lê hewldanên gelê Kurd ên bidestxistina mafên xwe yên rewa bi dawî nebûn, berovajî wê israr û têkoşîna wan bilind bû.

Lewra Kurdan 28 caran li Kurdistanê serî hilda û banga mafên xwe kir. Di serî de dewleta Tirk û dewletên ku Kurdistan dagir kirine, bi awayekî hovane serhildanên Kurdan têk dibirin û bi hezaran ji gelê Kurd qetil dikirin.

PKK`Ê REWŞA KURDAN GUHART

Ev rewş heta 40 salan anku heta derketina PKK`ê di salên 70`yî de li Bakurê Kurdistanê dewam kir.

PKK`ê bi pêşengiya rêber Abdullah Ocalan rewşa Kurdan bi awayekî akademek û dûrî rêbazên klasîk ên tevger û serhildanên Kurdan, baş analîz kiribû. Rêber Ocalan û pêşengên destpêkê yên tevgera azadiyê gihîştibûn wê baweriyê ku dewleta Tirk a qirker û faşîst ne gengaz e ku bi awayekî bê şer û berxwedan mafên Kurdan bide. Berovajî wê her ku diçû, zordariya xwe li dijî Kurdan dijwartir dikir.

Ev hovîtiya dewleta faşîst bi derbeya 12`ê Îlona 1980`yan re gihîşt lûtkeyê. Êdî dewleta Tirk plana qirkirina fîzîkî û manewî ya Kurdan wek hedefeke xwe ya stratejîk danîbû pêşiya xwe.

LI HEMBERÎ QIRKIRINÊ GAVAVÊTIN PÊWÎST E

Li hemberî plana qirkirinê, tevgera Apoyî êdî li Kurdistanê şax veda û xwe bi rêxistin dikir. Kadroyên pêşeng ên PKK`ê li hemberî vê planê pêwîstî bi gavavêtina bicesaret dîtin. Dizanîbûn bi helwestên xwe yên şoreşgerî, dikarin li hemberî dewleta Tirk bisekenin.

Rêber Ocalan jî têkildarî vê mijarê dibêje: “Berxwedan pêwîst e, derveyî vê rê nîn e. Ev berxwedan çek jî tê de, bi her şêwazî divê bê pêşxistin. Divê em îsyaneke nû bi rê bixin.”

Berxwedêr û pêşengên tevgera Apoyî li zindanên dewleta Tirk qirker, gava destpêkê avêtin û bi sekna xwe, soza xwe ya jiyaneke birûmet ji bo gelê Kurd bi xwîn û agirê bedena xwe, bi cih anîn. Endamê Komîteya Navendî ya PKK`ê û yek ji kandroyên pêşeng ên tevgerê, li hemberî zordariya dewleta faşîst, di 21`an Adara sala 1982`yan de li zindana Amedê bi agirê bedena xwe dîwarê tirsê şikand û deriyê berxwedanê ji pêşengên pişt xwe re vekir.

Berxwedêrên Berxwedana Mezin a 14`ê Tîrmehê Mihemed Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, wesîyeta Mazlûm Dogan û soza ku dabû li erdê nehişt û bi Berxwedana Rojiya Mirinê, planên qirkirinê ku dewleta Tirk danîbû pêşiya xwe, hejandin.

Êdî berxwedana Mazlûm Dogan û berxwedêrên 14`ê Tîrmehê, ji bo destpêkirina şerê çekdarî li hemberî artêşa duyemîn a NATO`yê bûne stûnên sereke. Lê piştî derbeya 12`ê Îlonê tu kesî bawer nedikir li hemberî artêşa Tirk şerê çekdarî bike. Bi taybet ji bo Kurdan êdî ev xeyal hatibû çewisandin.

Piştî berxwedana ku li zindanan çêbû û dewleta Tirk a hov zordariya li dijî Kurdan zêdetir, tevgera azadiyê biryara vegera li welat dide û li hemberî van planên qirkirinê di kongreya sala 1982`yan de, PKK biryara şerê çekdarî li dijî faşîzma dewleta Tirk dide.

Kadroyên tevgera azadiyê piştî ku li Lubnanê ji aliyê rêber Abdullah Ocalan ve hatin perwerdekirin, ref bi ref berê xwe didan Bakurê Kurdistanê û dest bi amadekirî û propagandeya leşkerî kirin. Ji wan kadroyên pêşeng ku berê xwe dane Bakurê Kurdistanê, fermandarê mezin Egîd (Mahsûm Korkmaz) bû.

Di vê çarçoveyê de, di Hezîrana 1984’an de li herêma Lolan a girêdayî Biradostê civînek hate lidarxistin û yekîneyên leşkerî ji bo destpêkirina şerê çekdarî hatin avakirin. Fermandar Egîd li sêgoşeya Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê di nava gel de bi taybet xebatên rêxistinkirî û rastiya PKK`ê bi gel dida naskirin. Di heman demê de, amadekariyên şerê çekdarî dikir û li herêma Botanê bi taybet hewl dida artêşa gel ava bike.

Piştî amadekarî bi dawî bûn, fermadar Egîd ji bo çalakiya li navçeya Dihê ya Sêrtê hate erkdarkirin. Fermandar Egîd di bîranîneke xwe de ku beriya rojekê ji çalakiyê nivîsandin, dibêje: "Êvara 14’ê Tebaxê yekîneyên gerîla kom bûn. Coş û xiroşa wan di astek bilind de bû. Me pîvan xwendin. Dema êrişkirina li ser Dihê hate ragihandin û piştre me soza dilsoziyê xwend. Yên ku di wê civînê de amade bûn ev tên bîra min; Erdal, Bedran, Şiyar, Mûsa, Hacî, Ferman, Selîm, Elî, Resûl, Bijî û Kerîm bûn. Bi giştî 30 gerîla bûn.”

DESTPÊKIRINA TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ

Roja 15`ê Tebaxê di bin fermandariya Egîd de, li navçeya Dihê bi avêtina guleya yekemîn a li dijî artêşa Tirk a qirker, êdî têkoşîna çekdarî dest pê dike û tirs û xofa dilê Kurdan rabû.

Li tevahiya navçeyê şer rû dide. Gerîlayên azadiyê hemû navçeyê dixin bin kontrola xwe û li avahiya fermandariya cendirmeyan komeke leşkeran dîl digirin. Bi serweriya li tevahiya navçeyê re, Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) hate ragihandin û fermandar Egîd armancên HRK`ê îlan kirin. Piştre gerîlayan di mizgeftan de, peyama HRK`ê dixwend.

Her wiha li çayxaneyên navçeya Dihê jî belavokên şoreşgerî hatin parvekirin. Piştî çalakî bi sekeftî bi dawî bû, koma gerîla ya ku çalakî kir, li cihekî kom bû. Di şer de, tu gerîla şehîd nebûn, lê leşkerekî artêşa Tirk hate kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Di heman rojê û heman demê de li Şemzînanê jî çalakî hate kirin û gerîla çalakî bi serkeftî bi dawî kirin û demeke kurt Şemzînan kete bin serweriya gerîla.

Bi ragihandina têkoşîna çekdarî re, gelê Kurd Pêngava 15`ê Tebaxê wek Cejna Vejînê pênase dike û li tevahiya Kurdistanê û cîhanê, her kes bi HRK`ê hisiya.

Eger mirov Pêngava 15`ê Tebaxê di çarçoveya du çalakiyan de pênase bike, bê guman wê bikeve nava şaşiyên dîrokî. Pêngava 15`ê Tebaxê ji bo Kurdan wekî mîladeke nû ye, ne tenê di aliyê leşkerî de. 15`ê Tebaxê zincîra koletî û teslîmbûyînê ya ku li ser Kurdan hatibû ferzkirin, ji hev xist. Di heman demê de, di aliyê bîrdozî, siyasî û çandî de, 15`ê Tebaxê wekî guhartineke stratejîk bû.

Bi Pêngava 15`ê Tebaxê, xewn û xeyalên 28 serhildanên Kurdan hatin bicihanîn. Êdî tevgera PKK`ê ne tenê wekî serhildanekê yan jî partiyeke ji bo parçeyekî Kurdistanê ye, lê belê li her çar parçeyên Kurdistanê wekî tevgereke rêxistinî, civakî û leşkerî, têkoşîn da meşandin.

Ciwanên Kurd jî piştî Pêngava 15`ê Tebaxê, ref bi ref berê xwe dida çiyayên azad û ji fermandar Egîd fêrî têkoşîna çekdarî û fermandariyê bûn. Êdî li her qadê, gel û gerîla bûn yek. Dewleta dagirker êdî wekî berê nedikarî bi ser gelê Kurd de biçe, dizanibû ku gelê Kurd şervanên xwe yên parastinê çêbûne û dikarin li her derê Kurdan biparêzin.

OCALAN: TIŞTÊ KU KURDISTAN JI NÛ VE AFIRAND, JIYANA NÛ PÊK ANÎ; EV ŞERÊ ME BÛ

Rêber Abdullah Ocalan di gelek hevdîtin û parêznameyên xwe de, balê dikişîne ser Pêngava 15`ê Tebaxê. Rêber Ocalan bi van gotinan 15`ê Tebaxê şîrove dike: "Berxwedana Tebaxê; kûr bûye, fireh bûye û bilind bûye. Tiştê ku Kurdistan ji nû ve afirand, jiyana nû pêk anî; ev şerê me bû."

Rêber Ocalan di dewama nirxandina xwe de, giringiya 15`ê Tebaxê ji bo gelê Kurd wiha dinirxîne: “Em pêngava 15’ê Tebaxê, gelekî ku henasa wî bi tevahî hatiye çikandin û rastiya xweparastina wî bi nav bikin, dê gotineke rast be. Ev her çi qas wekî êrişek bê binavkirin, di cewherê xwe de, hişyariya “ez gel im, min ji holê raneke” hat dayîn. Bi taybet berteka li hemberî hovîtiya li Zindana Amedê dayîn, bersiva qîrîna “Em dev ji hebûna xwe bernadin” e. Bi qasî soza Mazlûm Doxan a “Divê em dengê xwe bigihînin cîhanê”, bersiva sozên Xeyrî Durmuş a ku dibêje “Hûn nikarin hebûna me înkar bikin.” û destnîşankirina Kemal Pîr a ku dibêje “Ez rizgariya gelê Tirk, di rizgariya gelê Kurd de dibînim” şerê herî mezin e ku em wate bidinê. Ev pêngava şer, di serî de hêzên olîgarşîk ên Kurd û Tirk, li hemberî hêzên despotîk bersiva “Dema mêtin û çewsandinên we yên bêsînor derbas bû, dema jiyana azad hatiye” ye."

Eger mirov dîroka Kurdan vebêje, bê guman wê bêjin Kurdên beriya 15`ê Tebaxê û piştî 15`ê Tebaxê. Lewra ev têkoşîn û pêngav ne tenê leşkerî ye, berovajî wê têkoşîna jiyaneke nû ya Kurdan e. Bi wateyekî xwe din, Pêngava 15`ê Tebaxê wekî ronesansa Kurdan di serdema nû de ye. Ev ronesans di salvegera 37`an a Pêngava 15`ê Tebaxê, îro bi pêşengtiya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, modeleke nû ya jiyanê ya li Rojhilata Navîn diafirîne.

Fermandar Egîd ku di sala 1986`an de li Gabarê şehîd bû, bi hezaran Egîd li Kurdistanê afirandin. Îro li her maleke Kurdan navê Egîd heye. Egîd ji bo Kurdan êdî semboleke serfiraziyê ye.

ANHA