Malbatên gerîlayên şehîd çarenûsa gerîlayan li Xelîfanê hatine revandin pirsîn

Malbatên gerîlayên şehîd nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re nîşan dan û çarenûsa gerîlayên ku li herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê hatine revandin pirsîn.

Malbatên gerîlayên şehîd çarenûsa gerîlayan li Xelîfanê hatine revandin pirsîn
14 tebax, 2021   01:45
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker re li dijî gelê Kurd û gerîlyên azadiyê didomîne. Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihandibû "Komeke me ya biçûk a gerîla ku peywirdar bû ji deverekê biçe devereke din, piştî ku gihaştine dehma Xelîfan 26'ê Tîrmehê têkiliya me ji hev qut bû."

Malbatên gerîlayên şehîd ên Şehbayê xwestin çarenûsa gerîlayên ku di 26'ê Tîrmehê de li gundê Bêxme yê herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê hatine revandin were eşkerekirin.

/kr/uploads/files/2021/08/13/181926_-.webp

Sûreya Hebeş, dayika şehîd Reşîd e yê li çiyayê Botanê di encama dorpêça hêzên PDK'ê li ser koma wî de şehîd bû got: "Destekdayîna PDK'ê ya ji dagirkeriya Tirk, dayîna agahiyan li ser gerîlayan û hewldanên wê yên derxistina şerê birakujiyê dilê mirov diêşîne."

Sûreya Hebeş diyar kir ku tevî bangên malbatên şehîdan li PDK'ê da ku siyasetên xwe yên dijminane terk bike û agahiyan li ser gerîla nede dewleta Tirk a dagirker, lê PDK'ê dijminahiya xwe ya li gel Kurd didomîne.

Dayika şehîd Reşîd, Sûreya Hebeş bang li PDK'ê kir ku çarenûsa gerîlayên ku di 26'ê Tîrmehê de li Xelîfanê hatine revandin, eşkere bike.

/kr/uploads/files/2021/08/13/182018_-.webp

Birayê şehîd Hemîd, Nûrî Ehmed jî got: "Dema ku birayê min li Başûrê Kurdistanê bû, bi peyamên ku ji me re dişandin behsa rewşa gel dikir. Her tim digot xelkên Başûrê ji siyasetên PDK'ê ne razî ne."

Ehmed diyar kir ku revandina gerîlayan li Başûrê Kurdistanê berdewama siyasetên dijbertiya gelê Kurd e û destnîşan kir ku PDK'ê tevkariya xwe ya bi dagirkeriya Tirk re di şerê li dijî gerîla û gelê Kurd de didomîne.

Nûrî Ehmed siyasetên PDK'ê yên li dijî gelê Kurd şermezar kir û banga eşkerekirina çarenûsa gerîlayên revandî kir.

/kr/uploads/files/2021/08/13/181937_-.webp

Bavê gerîla Mesûd û Rêzan, Reşîd Osos siyasetên PDK'ê yên li dijî gelê Kurd şermezar kir û hevkariya wê bi dewleta Tirk re bi "Alava qetilkirina kurdan" bi nav kir.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG'ê  nasnameyên gerîlayên ku agahî ji wan qut bûye wiha ye: Erdal Aslan (Serwer Serhat), Ayhan Tatlî (Wargeş Çavreş) û  Mahmut Xelef (Dijwar Berxwedan).

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/O6mqwTfZ0A4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>