​​​​​​​Eşîra El-Elî bang li dewletên ereban kir ku sûcên dewleta Tirk rawestînin

Şêxê êla El-Elî Remadan El-Rehal got sûcên ku li dijî Sûriyan tê kirin ji bo dewleta Tirk ku 400 sal welatên Ereban dagir kir ne tiştekî nû ye. El-Rehal bang li dewletên ereb kir ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî xaka Sûriyê rawestîne.

​​​​​​​Eşîra El-Elî bang li dewletên ereban kir ku sûcên dewleta Tirk rawestînin
14 tebax, 2021   02:48
REQA-EHMED EL-ELÎ

Şêxê êla El-Elî der barê firehbûna qada destwerdanên dewleta Tirk û sûcên wê li herêmê de ji ajansa me re axivî.

El-Rehal di destpêkê de got: “Ev sûc li ser dewleta Tirk ne xerîb in. Wê welatê ereban 400  sal dagir kir. Bêdengiya navneteweyî û ya erebî bû sedem ku dewleta Tirk sînorê xwe derbas bike û destwerdana welatên cîran bike. Dema Erdogan çû Lîbyayê dewletên ereban dengê xwe nekir, Meclisa Ewlehiyê, Neteweyên Yekbûyî û rêxisitnên navneteweyî nelivîn. Her wiha dema destwerdana Iraqê kir û piştre dagir kir, heman helwesta bêdengiyê nîşan da."

El-Rehal dewleta Tirk bi teter û mexol bi nav kir û got:“Wan nîvê cîhanê dagir kir, gelek kes kuştin. Tirk jî wisa dikin destwerdana gelek welatên ereban kir, gelek herêmên wê dagir kir û heta gihaşt Afrîkayê.”

`ERDOGAN GELÊ SÛRIYÊ PARÇE KIR DA KU JÊ SÛDÊ WERBIGIRE`

Şêxê êla El-Elî bikaranîna Erdogan a gelê Sûriyê şermzar kir û wiha domand:“Erdogan gelê Sûriyê parçe kir da ku sûd ji wan werbigire. Beşek ji wan kir çete ji bo ku berjewendiyên xwe bi rêya wan pêk bîne. Beşek jî kir penaber û bi rêya wan sûdê ji alîkariyên navneteweyî ku ji wan re tê pêşkêşkirin, werdigire.  Beşa din jî weke kaxizeke zextê li dijî dewletên ewropî bi kar tîne.”

El-Rehal destnîşan kir ku Erdogan bi rêya şerîeta ola îslamê ku bin pê kiriye, banga sûriyan kir û ew bi navê ol bi kar anîn. Her wiha bû sedema derxistina şerê di navbera misilmanan de.

El-Rehal bang li welatên Ereban kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Sûriyê helwestekê nîşan bidin .

Her wiha El-Rehal di dawiyê de ji dewletên Ereban û rêxistinên hiqûqî xwest ku dagirkeriya Tirk şermezar bikin û sûc û êrişên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TT3ETJlS0-s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>