​​​​​​​‛Divê dewleta Tirk ji ber bûyera tecawizkirina zarok û jinekê were muhasebekirin’

Şêwirmenda qanûnî ya Rêxistina Sara da zanîn ku tecawizkirina zarok û jinekê ji aliyê cendirmeyên Tirk ve li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê, li gorî peymana NY`yê sûc e û got ew ê li dijî cendirmeyên Tirk li cem NY`yê gilî bikin.

​​​​​​​‛Divê dewleta Tirk ji ber bûyera tecawizkirina zarok û jinekê were muhasebekirin’
12 tebax, 2021   07:25
QAMIŞLO - YARA MIHEMED

Êvara 8`ê Tebaxê cendirmeyên Tirk ên li ser sînor, tecawiz li zarokeke 11 salî û jineke 25 salî kiribû.

Cendirmeyên Tirk her wiha komeke ciwanan ku dixwest sînorê di navbera Qamişlo û Bakurê Kurdistanê de derbas bikin, girtin û îşkence lê kirin.

Têkildarî mijarê, şêwirmenda qanûnî ya Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Neda Melekî wiha axivî: "Tecawizkirina zarokekê û jinekê, destdirêjiya li ser mafên mirovan e û bi rê û rêbazan herî hov pêk hat."

Neda da zanîn ku tiştê leşkerên Tirk li dijî zarokê pêk aniye, sûc e û li gorî qanûnê divê hesab jê bê xwestin. Neda her wiha îşaret bi benda 13`an a peymana NY`yê kir ku tê de tê gotin nabe ku tu dewletek êrişî dewleteke din bike, bi taybet êrişî sivîl û zarokan bike û diyar kir ku ev sûcekî li dijî serweriya dewletê yan jî mafên herêmeke din e.

Neda wiha gotina xwe dewam kir: "Sivîlan jî qanûn binpê kirin, ji ber ku xwestin di sînor re derbasî dewleteke din bibin, lê li gorî qanûnê hêzên parastina sînor dikarin tenê wan vegerînin, lê belê leşkerên Tirk sûcên hovane pêk anîn."

ꞌTIRSA DEWLETA TIRK JI JINAN DIHÊLE LI DIJÎ WAN SÛCAN PÊK BÎNEꞌ

Têkildarî hedefgirtina jinan ji aliyê dewleta Tirk ve, Neda Melekî got: "Ji ber ku dewleta Tirk ji jinan ditirse, sûcan li dijî wan pêk tîne. Ji ber ku ew baş dizane ku jin bi cesaret in. Her wiha tevî îdiayên dewleta Tirk û Erdogan ku xwe wek serokê misilmanan nîşan dide û banga mirovahî û demokrasiyê dike, lê dûrî wê yekê ye. Nîşaneya wê jî vekişîna dewleta Tirk ji Peymana Stenbolê ye."

Neda wiha axivî: "Em behsa siyaseta dewleta Tirk a li ser bingeha îşkencekirina jinan a bi rêbazên herî hov dikin ku çi ji aliyê destdirêjiyê ve be çi jî bi rêya girtin, qetilkirin, koçberî û birçîkirinê be."

Dewleta Tirk destpêka Tîrmeha derbasbûyî ji Peymana Stenbolê vekişiya ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û malbatan û qedexekirina wan sûcan mîsoger dike.

ꞌRAKIRINA GILÎ Û BANGA HESABXWESTINÊꞌ

Neda Melekî da zanîn ku ew ê gilînameyê ji NY`yê re pêşkêş bikin û wiha domand: "Em ê israr bikin ku ev bûyera hovane di sicîla wan terorîstan de were tomarkirin. Da ku piştre NY hesab jê bixwaze, her wiha em ê vê sûcî bişopînin."

Neda Melekî bang li dewletên cîran û dewletên cîhanê kir ku hovîtiya dewleta Tirk eşkere bikin,  di heman demê de sînorekî ji van sûcan re deynin û hesab ji serokkomarê Tirk Erdogan bixwazin. Li aliyekî din jî bang li NY`yê kir ku qanûn û mîsaqên xwe pêk bîne û li hemberî van hovîtiyên li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê deng nemîne.

Neda Melekî bal kişand ser sûcên ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê û got: "Siyaseta dewleta Tirk a li dijî sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere ye, em asta nakokiyên siyasî dibînin, lê dijminatî û daxwazên wê yên berfirehbûna li vê herêmê bi armanca vegerandina xîlafeta Osmanî ya têkçûyî  ye. Dagirkerî hewl dide vî gelî lawaz bike û li dijî projeya projeya neteweya demokratîk bi hêrs bike da ku bikare bi hêsanî dagir bike."

Her wiha roja duşemê zarokê bi navê Ebdulezîz Mûsa yê 16 salî ku ji şêniyên Hesekê ye, hewl dabû derbasî xaka Tirkiyê bibe û ji hêla leşkerên Tirk ve rastî êrişeke hovane hat û bi giranî birîndar bû.

Tê payîn ku Rêxistina Sara serdana zarok û jinê bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oncUGOnvBnY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>