Siko bang li PDK`ê kir: Bi çarenûsa gelê Kurd nelîze

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê Ebdulkerîm Siko bang li PDK`ê kir ku dev ji lîstina bi çaranûsa Kurdan û pêkanîna lihevkirinên bi dewleta Tirk a dagirker re, berde.

Siko bang li PDK`ê kir: Bi çarenûsa gelê Kurd nelîze
12 tebax, 2021   06:49
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Li gel berdewamkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê û îsrara PDK`ê ya hevkariya bi dewleta Tirk re, nerazîbûnên gel û aliyên siyasî zêde dibin.

Koma Civakên Kurdistanê (KCK), hunermend û rewşenbîrên her çar parçeyên Kurdistanê bang li PDK`ê kiribûn ku nekevin pey planên dewleta Tirk a dagirker, ruxmî wê jî PDK`ê dijminatiya xwe ya bi Kurdan re didomîne.

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê Ebdulkerîm Siko got: “Di dîroka Kurdan de gelek xiyanet û komplo hatine pêkanîn. Siyaseta PDK`ê jî li ser vî bingehî berjewendiyên xwe yên taybet diparêze."

`HER TAWÎZEK JI DIJMINÊ GELÊ KURD RE XIYANET E`

Siko li ser lidarketina serhildaneke gel li Başûrê Kurdistanê li dijî hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re hişyarî da PDK`ê. Her wiha diyar kir ku her tawîzek ji dijminê gelê Kurd re xiyanet e û ji aliyê gelê Kurd ve nayê qebûlkirin.

Ebdulkerîm Siko Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî rexne kir ku ji ber ku soz dabû ku bi pêkanîna şerekî birakujiyê neyê xapandin û wiha pê de çû: “Tiştên îro li Başûrê Kurdistanê bi taybet li Herêmên Parastinê yên Medyayê rû didin, nîşan didin ku Barzanî sozên xwe yên ku dane gelê Kurd, pêk nayne.”

`DEWLETA TIRK BI DIJMINATÎ LI GELÊ KURD DINÊRE`

Girêdayî dijminatiya dewleta Tirk a li hemberî her proje yan jî destkeftiyeke kurdî jî Siko got: “Dijminatiya dewleta Tirk a li hemberî Kurdan kevnar e. Her tim bi armanca qirkirinê, êrişî gelê Kurd dike. Ji bo bidawîkirina doza kurd, tevahiya hêzên xwe yên leşkerî û têkiliyên xwe yên navneteweyî yên bi dewletên cîran re bi kar tîne. “

Siko bang li PDK`ê kir ku dev ji piştgiriya xwe ya bi dewleta Tirk re ku li dijî Kurdan sûcan pêk tîne, berde, ji ber ku ev yek nakeve xizmeta doza kurdan û gelê Kurd.

`GELÊ KURD BI KOMPLOYEKE FIREH RE RÛ BI RÛ YE`

Di dawiyê de sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê  Ebdulkerîm Siko piştrast kir ku gelê Kurd bi komployeke fireh re rû bi rû ye û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Gelên herêmê êdî dagirkirineke osmanî ya din qebûl nakin û destwerdana Tirk li herêmê red dikin. Divê partiyên Kurd ji bo çareserkirina doza Kurd li gorî daxwazên gel tev bigerin."

(şx)

ANHA