Dizayna nû û nakokiyên hêzên cîhanî û herêmî

Dizayna nû û nakokiyên hêzên cîhanî û herêmî
12 tebax, 2021   05:03

ELÎ WELAT 

Em di pêvajoyeke gelekî giran û girîng re derbas dibin. Bê guman geşadanên ku di vê pêvajoyê de rû dane, ji yên beriya xwe ne qut in. Yanî hem berdewam in û hem jî bi xwe re bûyerên nû derdixin.

Di vê pêvajoyê de jî diyar bû ku kî xwediyê fikr-felsefe û taktîkên afirîner be, ew zêdetir encamên erênî digire û xwe mayînde dike, her wiha bi bandor dibe. Ji ber vê yekê jî her hêzek li gorî berjiwendiyên xwe ketiye nav liv û tevgerê.

Di vê serdemê de ya herî girîng ew e ku pirsgirêkên heyî werin çareserkirin. Ev sîstema ku pênc hezar sal e li serî mirovahî û xwezayê bûye bela, dê were derbaskirin. Hêzên ku serkêşiya vê sîstemê dikin vê xetereyê pir baş dizanin û di heman demê de bi xwe jî pê re rû bi rû dibin. Ji ber ku ev berhem a wan e; nirxên mirovî binpê kirin, mirov bê hevî hiştin û ji jiyanê qut kirin û di heman demê de xweza ji cewhera wê derxistin û talan kirin.

TIŞTÊ HERÎ GIRÎNG ÇI YE?

Êdî dem ne dema berê ye. Ruxmî ku ew qas xirabî kirine, êdî ji ber derfetên di qada agahî û zanistê di wê astê de bi pêş ketiye, li hemberî van kiryarên bêpîvan ên dij-mirovî û dij-gerdûnî; ne tehemûla mirovan maye û ne jî ya xwezayê. Bi van ve girêdayî, ew tiştekî din jî pir baş dizanin; “Êdî kesek ji wan bawer nake. Ji ber ku hemû derewên wan eşkere bûne.” Dîsa em gotineke gelêrî bînin bîra xwe ku dibêje “Ji kesên arif re terîf ne hewce ye.” Niha, roja îroyîn binêrin. Rewşa mirovahî di çi astê de ye? Tenê ji bo berjewendiyên wan ên qirêjî, ji bo ku ew çek û teknîkên xwe bifiroşin; bê sedem di navbera dewletan de, her wiha eşîr û baweriyan de şer derdixin. Ma ji ber vê yekê bê sedem, bi milyonan mirov ji cih û warên xwe koçber nabin û di heman demê de tî û birçî li ser wan rêkan şepirze nabin û canê xwe nadin. Hema bêje nêzî 100 milyon mirov jiyana koçberî yanî bi şêwazekê li ber deriyên biyaniyan wek kole dijîn. Dîsa ew qas xêr û berên vê xwezayê hene, mirov li wan cihên ku wek cihê jidayikbûna mirovahiyê tên hesibandin, birçî dimînin.

Zanyar dibêjin ji ber ku pileya germbûna kûrewî di wê astê de bilind bûye, ji ber wê jî rê li ber şewatên bêsînor li cîhanê vedibe. Niha erdnîgariya dinyayê dişewite. Em vê bizanin; hin şewatan ji bo berjewendiyên xwe yên qirêjî derdixin û hinan jî bi awayekî dijminatî dikin.

Li Rûsyayê li 144 herêman 1.3 milyon hektar şewitiye û li gelek cihan jî xetere heye. Dîsa li DYA’yê li 13 eyaletan şewatên mezin berdewam dikin û li van 13 eyaletan 1.7 milyon hektar erd bi hemû tiştên xwe şewitiye û li hin eyaletan jî xetere heye. Xwarin û vexwarina me daketiye asta ‘kîsîk’ û ‘kusikan’. Hemû bi hormon û bi dermanan çêdibin. Avên çavkaniyan (kaniyên xwezayî) nemane û hewa jehrî bûye. Bi vî awayî çawa kîmyaya xwezayê tê xirakirin û di heman demê de ya zindiyan û mirovan jî xira dibe. Vê jî bi xwe re gelek nexweşî peyda kirine û hîn jî nexweşiyên nayên zanîn jî dide peydakirin; yên hatine naskirin cureyên nexweşiyên şekir, AIDS, şewba çûkan-mirîşkan, ya berazan, korona û hwd.

Bê guman ev ne tu hal e. Pêwîst e ji vê re çareseriyek were dîtin. Gotineke gelêrî heye; dibêje “Êdî rim di nav vî kîsî de bi cih nabe”. Di 14’ê Hezîrana 2021’an de li Brukselê Civîna Bilind ya NATO’wê hat lidarxistin. Li pey vê civînê li Cinêvê ya Swîsreyê Biden û Pûtîn li hev civiyan. Dîsa di navbera wan hêzên dagirker û kûrewî de aşkera û veşartî gelek civîn hatin lidarxistin. Bê guman di van civînan de qendî ku me şopand û fehm kiriye, plansaziyek jî derket. Ev plansazî, yek; dîzayna nû wê çawa be, du; di vê dîzaynê de hêz wê berjewendiyên xwe çawa biparêzin, sê; vê carê kî dê bibe dijminê nû û çar jî; dê çawa pêşiya tevgerên azadîxwaz û xwezaparêzan bigirin û di heman demê de lîberalîze bikin û bixin bin serweriya xwe?

Bê guman ji vî milî ve xwedî ezmûn in û der heqê vê de di dîrokê de gelek mînak jî hene.

Li gorî vê plansaziyê mirov ezmûnên xwe û yên dîrokê tîne bîra xwe û texmîn dike ku ev cîhan di navbera wan de çawa hatiye dabeşkirin û parkirin.

Niha ez hewce nabînim geşedanên siyasî yên ku di van mehan de qewimîne, yek bi yek li vir rêz bikim. Dixwazim tenê çendekan kurt bînim ziman. Bûyerên ku li Kurdistanê, Tirkiyê, Tunis, Efganistan, Iraq, Sûriye, Lubnan û gelek deverên cîhanê diqewimin, ne dûrî vê plansaziyê ne.

Demekê, bêhtir piştî ‘Bihara Gelên Ereb’ wekî Tirkiyê, rolek dane Tunisê. Çi qas ev rol lîst; ev mijara nîqaşê ye. Lê demekê şixulandin û piştre mêze kirin ku ew jî wekî Mûrsî yê Misirê bi navê Îxwan El-Muslimîn rehet nesekinî. Bê guman têra xwe li gorî berjewendiyên xwe dizî, talan kir û nirxên mirovahî binpê kirin. Çawa mamosteyê Hîtler Ataturk bû, yê Nehdayê ya Îxwanî jî R.T. Erdogan e. Dibêjin “Ji min re hevalê xwe bêje, ez ê ji te re bêjim tu kî yî.” Bê guman Tunis dê ji nû  ve were nirxandin. Yanî lazim e ku li gorî sermayeya gerînok û herikbar bê dîzaynkirin. Balkêş e; kî ji vê guhertine nerazî bû? R.T. Erdogan û Qeter. Ji ber ku dor, dora wan e. Û di heman demê de xeleka derdora Erdogan her roj teng dibe. Lê cihê Tunisê stratejîk e.

Rewşa Efganistanê pir cuda ye. Bi cihê xwe yê jeostratejîk û jeopolîtîk hîn wê gelekî bikeve rojeva cîhanê. Dema ku Sovyetê di sala 1979’an dest di Efganistanê werda û şûnde ev dewlet ket rojeva cîhanê. Ta wê demê SEROKATÎ ev ketina Sovyetan qebûl ne kir û di heman demê de bi zimanekî tund rexne kir. Û pê de şerê Rûsan û şerê hêzên bi navê Talîban-Ûsame Bîn Ladîn – (bi defdana DYA ye)û piştre şerê NATO-DYA û Talîbanê… Niha jî ev Efganistan dê çawa bi şewazekî pir zirav û pisporanê bikeve bin berjiwandiya DYA û hevalbendên wê. Va ye Erdogan ji bo ku xwe xelas bike, wekî masiyekî xwe biavêje avê, avêt ber lingên Talîbanê û got “Em û ew xwedî heman îdeolojîyê (zîhniyetê) ne.” Emperyalîzm wê Erdogan û vê rewşê (têkiliya Erdogan û Talîbanê) çawa bide bikaranîn. Dê van cîhadistan (DAIŞ, El Qaîde-Cebhet El-Nusra, ev çeteyên ku navê xwe kirine Artêşa Azad...) li vir kom bikin. Jixwe ji niha ve hinan dişînin û hinan jî li baregehên NATO’yê yên li Tirkiyê perwerde dikin ku payîzê bişînin.

PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN

Di dîzaynkirina nû de dê çawa li hemberî dijminên nû Çîn, Îranê û Rûsan, Awrasyayê bi kar bînin? Ew gelê Ûygûr ku ji ber Çînê zext dîtiye dê li hemberê Çînê çawa bê bikaranîn? Tê gotin ev Tirkmen in û van wek koçber hem dişînin Kurdistanê û hem jî dişînin Efganistanê. Niha gelek derdor ketine nava vê tevgerê. DYA, Îngîlîz, Alman, Rûs, Çîn... Li ser vê mijare hevdîtinan dikin, sozan didin hev, li hemberî hev bi zimanê dîplomasiyê hişyarî û mesajan didin. Yanî ez dibêjim; ev hevîr hîn dê pir avê hilde.

Dema em dibêjin dîzaynkirina nû, bê guman Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd ne derveyî vî tiştî ne. Ev gavên tên avêtin, bi awayekî erênî û neyînî, gelê Kurd rasterast hem eleqedar dike û hem jî bandorê lê dike. Ji ber ku Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd û (ji ber vê yekê jî gelê Kurd) li ser erdê bi aliyê paradîgmaya xwe ya nû aktorên berbiçav in û di heman demê de xwedî projê û plansazî ye. Sedema vê ew e ku em wek gelê Kurd û Tevgera Azadiyê xwedî paradîgmayekê ne û li ser vê sîstema ceberrut-xwînmij bandoreke pir neyînî dikin. Ji ber ku ev paradîgma (demokratîk-ekolojîk-azadîxwaziya jinan) dijberê vê sîstemê ye û ji bo gelan, jin û ciwanan dibe hêvî, pêşeroj û jiyaneke rast û azad. Ya din jî li ser erdê xwe îspat kiriye ku çawa xwişk û biratiya gelan dike. Ev paradîgma hem nûnertiya gelên ku ji vê pergala desthilatdar û zilmkar zirarê dibînin, dike û hem jî parastina xwezayê dike.

Ji aliyê din ve li ser mîmarê tevgera azadîxwaz û mirovê azad zextên dermirovî û pir dijwar ên wekî “tecrîda giran” tê pêkanîn. Di heman demê de li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî Kurdistanê li ser gelê Kurd û Kurdistanê û dostên gelê Kurd jî zext û zilmeke mezin tê meşandin. Li ser gerîlayên azadîxwaz êrişeke bêpîvan tê kirin. Dîsa êrişên li hemberî nirxên madî û manewî yên gelê me, xwezaya me, û gorên şehîdên me tên kirin, ne derveyî vê plansaziya hêzên dagirker û kûrewî ye. Aktorên ku li ser erdê van tiştên dermirovî didin meşandin, navên wan çi dibe bila bibe, qet ferq nake. Ev çi NATO be, çi YE dbe, dewleta Tirk a dagirker a faşîst be yan PDK be... ji ber ku ev hêz xwedî heman ferasetê ne.

Bê guman li hemberî vê fereseta dijmirovî di serî de serok Apo, dîlên azadiyê, gerîlayên destanên qehremaniyê dinivîsin, gelê Kurd û Kurdistanê û dostên gelê Kurd di nav berxwedaneke bêhempa ya dîrokî de ne. Ev roj dê çaranûsa hebûn û tunebûna me diyar bikin. Di esasê xwe de dê çarenûsa gelên cîhanê jî diyar bikin. Ev pêvajo ew qas girîng û dîrokî ye.

RASTIYA SIYASETA PDK’Ê

Rewşa dewleta Tirk a dagirker a faşîst pir xirab e. Bi têkçûnê re rû bi rû ye. Ji ber vê yekê çi tiştên faşîzan û dijmirovî heye li hemberê serok Apo, gerîla, dîlên azadiyê, gelê Kurd, nirxên gelê Kurd, xwezaya Kurdistanê û dostên gelê Kurd dike. Tabî PDK ku nokerî û îxanet ketiye mêjiyê wê jî, kiriye şirîkê xwe. Û di heman demê de piştgiriyê jî ji ‘efendî-birayên xwe yên mezin’ digirin. Mirovên Kurd dikujin, ji cih û warên wan sirgûn dikin, saziyên Kurdan diteqînin. Nirxên gelê Kurd talan dikin, xwezaya Kurdistanê dişewitînin û ya herî xeternak û pir bi awayekî hovane, berfireh û zirav  tê meşandin jî, şerê taybet e.

Gotineke pêşiyan heye; dibêje “Rastî wekî rokê ye, nayê veşartin.” Yê ku derbeyên mezin li sîstema dagirkeriya Tirk û PDK’ê xistine, mîmarê vê tevgerê ye û ev tevger e. Ya ku bi gerîla destanên dîrokî dide nivîsandin, dibe sedem ku dîlên azadiyê bê sînor li ber xwe bidin, sazî û partiyên gelê Kurd li hemberî ew qas êrişên hovane û faşîzan serî netewînin û di heman demê de moral û hêzê dide dostên gelê Kurd û wan hîn bi awayekî çalak tev li vî karî dike, ev hêz e.

Dîsa pêşketineke balkêş a din jî qetlîama li Şengalê li dijî bawermendên êzidî hatiye meşandin, ji aliyê hin dewletan ve wek jenosîd tê qebûlkirin. Girîngiya vê yekê ew e ku eger gelê Kurd piştî vê li her qadê têkoşîneke baş bimeşîne, dibe ku ji bo naskirina Xweseriya Demokratîk a Şengalê bibe qonaxeke sûdmend.

Êdî dem hatiye ku gelê Kurd van nirxên bi bedelên pir giran hatine destxistin, mayînde bike û misogeriya wê bixe bin serweriya qanunî-siyasî. Ji ber wê, niha xebatên wekî pêngava ji bo qabûlkirina statuya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye û naskirina jenosîda êzidiyan û Xwesariya Şengalê pir baş in. Dîsa, hewldan û xebata ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terore’ jî dê bibe sedema pêvajoyeke bi tevger û çalak. Ev xebat dê li ser rewşa rêber Apo bandoreke erênî bike û di heman demê de dê dîrokeke nû jî binivîsîne. Jixwe pêngava ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’ jî, hîn bi awayekî bi bandor û encamgir dê bê meşandin. Em vê hêz û moralê ji Serok, şehîd, gel û nirxên mirovahiyê digirin. Xet û rêka rast jî ev e.