`Bikaranîna avê wekî rêbazeke şer, barbariya Tirkiyê destnîşan dike`

Endamê Desteya Serokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê Hesen Mistefa diyar kir ku birîna avê ji aliyê dewleta Tirk ve, şerekî derexlaqî ye. Her wiha destnîşan kir ku ew hewl didin van sûcan ruswa bikin ji ber ku li dijî qanûnên navneteweyî ne.

`Bikaranîna avê wekî rêbazeke şer, barbariya Tirkiyê destnîşan dike`
12 tebax, 2021   05:22
REQA-EHMED ESAF

Dewleta Tirk a dagirker piştî ku di dagirkirina herêmê de têk çû, avê weke rêbazeke şer li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne. Her wiha wek kaxizeke zextê ya aborî li dijî Rêveberiya Xweser bi kar tîne. Stasyona Elok û çemê Firatê yên herî zêde tên hedefgirtin û ew her du yên herî zêde ji aliyê aborî û mirovî bandorê li herêmê dikin e.

Girêdayî mijarê endamê Desteya Serokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê Hesen Mistefa ji ajansa me re axivîn û got: “Bêguman buyerên ku niha rû didin ji topbarankirina herêmê bigire heta bigihêje bikaranîna avê wek rêbazeke şer li dijî herêmê, ne sûcekî nû yê dewleta Tirk e. Lê belê zêdetirî 20 sal e ku piştî avakirina gelek bendavan li ser rûbarên çemên hevbeş ên bi Tirkiyê re vê yekê pêk tîne.  Dewleta Tirk bi rêya qutkirina ava çemê Firat û Dîcleyê armanc dike aboriya Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet têk bibe.”

Mistefa bal kişand ser projeya Rojhilatê Anadolê ku ji 19 bendavan û zêdetirî 14 stasyonên kehrebeyê pêk tê û got: “Dewleta Tirk ev proje li ser rûbara çemê Firatê ava kir. Ji vê projeyê niyetên wê yên dijminane yên li dijî gelê Sûriyê diyar dibin. Her wiha planeke bizanabûn a hikumeta Tirkiyê destnîşan dike.” 

Mistefa wiha pê de çû: “Em hewl didin van sûcên dijminane ji cîhanê û rêxistinên navneteweyî re eşkere û ruswa bikin. Ji ber ku mîna van sûc û şaştiyên ku dewleta Tirk dike, li dijî hemû urf û qanûnên navneteweyî yên rêxistinkirina karûbarên çemên navneteweyî de ne."

Têkildarî qutkirina ava stasyona Elok Mistefa ev yek daxuyand: “Ev stasyon ava vexwarinê ji Hesekê re peyda dike. Lê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ava wê li ser Hesekê qut dikin. Ew avê wek rêbazekî şer li dijî herêmê bi kar tînin. Ev rêbaz derexlaqî ye û tu fikrekî şaristanî nîşan nade. Lê belê hovîtiya wan çeteyan diyar dike. Her wiha ev rêbaz li dijî hemû qanûnên navneteweyî û rêgezên mafên mirovan e.” 

Hesen Mistefa diyar kir ku sûcên hikumeta Tirkiyê û Erdogan sûcên li dijî mirovahiyê ne, ji ber ku hêmanên sereke yên jiyanê (av) li dijî gelan bi kar tînin. Ev jî li dijî lihevkirinên navneteweyî û hemû olan e.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/B-sH7PIYv4c" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>