‛Konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ji hemû jinan re serkeftinek e’

Berdevka Kongreya Star Remziye Mihemed da zanîn ku lidarxistina Konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya 2’yemîn ji bo tevahî jinan serkeftinek e û diyar kir ku nîqaşên derketinwe erênî bûn û hişt ku beşdar destkeftiyên jinên Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bişopînin.

‛Konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ji hemû jinan re serkeftinek e’
11 tebax, 2021   05:44
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Li paytexta Lubnanê Beyrûtê bi dirêjahiya du rojan 30-31’ê Tîrmehê, bi dirûşma "Bi yekitiya jinan em ê şoreşa demokratîk pêk bînin"  Konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya 2’yemîn hat lidarxistin. Konferansa yekemîn 2013’an li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê hatibû lidarxistin.

Di konferansê de nêzî 100 kesayet û delegeyên ji komeleyên jinan ên ji Kurdistan, Sûriyê, Lubnan, Iraq, Urdin, Sûdan, Misir, Filistîn, Efganistan, Cezaîr, Tunis, Tirkiye û Îranê amade bûn. Di konferansê de li ser geşedanên siyasî, nakokî û şerên li herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ku di radeya yekemîn de jin bûbûn qurban hatin nîqaşkirin, ji wê zêdetir jî bandorên van krîzan li jinan di aliyê koçberiya bi zorê, firotina jinan, qetilkirina wan, penabertî û bilindbûna asta tundiyê de hat nîqaşkirin.

Têkildarê mijarê, berdevka Kongreya Star Remziye Mihemed lidarxistina konferansê li şehîdên azadiyê pîroz kir û got lidarxistina konferansê di vê demê de ji tevahî jinan re serkeftineke mezin e.

Remziye wiha got: "Nîqaşên di konferansê de hatine kirin ên têkildarî armanc û diruşmên konferansê, erênî bûn û hevgirtina beşdaran di konferansê de diyar bû."

‛DANANÎSA ŞOREŞA JINÊ YA LI ROJAVA JI NÎQAŞÊN GIRÎNG ÊN KONFERANSÊ BÛ’

/ar/uploads/files/2021/08/11/053346_rmzyh-mhmd.webp

Remziye diyar kir ku nêzî 100 jinên ji tevahî welatên cuda yên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê beşdarî konferansê bûn. Lê gelek jinên filistînî, efgan û Bakurê kurdistanê ji ber rewşa ewlehî nikarîn beşdarî konferansê bibûna. Remziye got, Konferansê ji tevahî jinên beşdar û yên nebeşdar re serkeftinek bi xwe re anî.

Li ser nîqaşên di konferansê de hatine kirin, Remziye ev tişt got: "Di roja yekê ya konferansê de li ser tecrûbeyên siyasî, çandî û civakî yên li hember tevahî rêxistinên jinan ên Rojhilata Navîn di kar de derketine hatin nîqaşkirin. Ji wê zêdetir jî li ser sekna li hember zihniyeta mêrdestiyê ya li dijî jinan, destkeftiyên ku şoreşan ji jinan re anîne, têkoşîna jinan li dijî tundiyê û çawaniya parastina jinan ji çanda herêma xwe re hatin nîqaşkirin."

Li gel wê jî nîqaş li ser tecrûbeya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi "şoreşa jinan" tê nasîn hat kirin. Girêdayî wê Remziye wiha anî ziman: "Hin jinan bi têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nebihîstibû. Lê piştî şopandina wan ji destkeftiyên jinan re, hin jinan gotin, ew ê serdana herêmê bikin ku şoreşa jinan ji nêz ve binasin."

BIRYAR Û ENCAMNAME

Konferans bi gelek biryar û encamnameyên girîng bi dawî bû, jê jî avakirina komîteya jinên herêmê ku tê de nûnerên li ser asta neteweyî hene. Divê ew komîte heta 6 mehan nêrîn, armanc û stratejiya xebatê diyar bike û nexşeya rê ava bike.

Her wiha ji biryar û encamnameyên konferansê hevalbendiyeke herêmî ya jinan li ser asta Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê were avakirin ku tê de nêrîna jinan a stratejiya giştî bipejirîne, divê jin li hember tevahî cureyên dagirkerî, qirkirina jinan, koçberkirina bizorê, guhartina demografîk, qetilkirina siyasetmedaran, belavbûna nezanî, xizantî, bêkarî, paşguhkirin, dûrxistin,  zihniyeta mêrdestiyê bi hemû alav û saziyên xwe tê bikoşe.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5wAgZ0NgEh8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>