Bang li hikumeta Şamê hate kirin ku li şûna şer dest bi diyaloga siyasî bike

Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê li Tebaqayê bang li hikumeta Şamê kir ku li ser maseya diyalogê rûnin da ku aloziya Sûriyê çareser bikin û destnîşan kir ku heger ne bi rêya diyaloga aştiyane be, çareserî tune ye.

Bang li hikumeta Şamê hate kirin ku li şûna şer dest bi diyaloga siyasî bike
11 tebax, 2021   07:01
TEBQA

Endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li Tebqayê Mûsena Ebdulkerîm got, hikumeta Sûriyê di çareseriya leşkerî ya aloziya Sûriyê de îsrar dike, bi vê çareseriyê binketina xwe îsbat kir û piştî 10 salan ji aloziyê hê jî binketina xwe îsbat dike.

Mûsena Ebdulkerîm wiha domand: "Ji bo çarserkirina aloziya Sûriyê divê vegerin ser maseya diyalogê ya bi rêya vegera li biryarên NY`yî ya hejmar 2254 ku çareseriya siyasî ya aştiyane tê de heye, ango divê vegerin diyaloga Sûrî-Sûrî."

Ebdulkerîm diyar kir ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ew banga diyaloga aştiyane dikinû wiha lê zêde kir: “Em teqez dikin ku alozî bi hêza leşkerî çarser nabe, lê bi rêya diyalogan çarserî pêkan e."

Mûsena Ebdulkerîm bang li civaka navneteweyî kir ku Rêveberiya Xweser beşdarî diyalogên çareserkirina aloziya Sûriyê bikin, ji ber ku nûnertiya nêzî 6 milyon welatiyên Sûriyê dike.

Endamekî din ê Partiya Sûriya Pêşerojê Hemûd Derwîş jî têkildarî heman mijarê ev tişt anî ziman: "Partiya Sûriya Pêşerojê banga diyaloga Sûrî – Sûrî dike û banga erêkirina çareseriya aloziya Sûriyê li ser maseya diyalogê dike."

Hemûd Derwîş bang li civaka navneteweyî, rêxistinên civaka sivîl û komkara dewletên Ereban kir ku ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê, rawestandina rijandina xwînê, kuştin, teror û koçberiyê, hikumeta Şamê ber bi diyaloga cidî ve bibin.

Hemûd Derwîş wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bang li hikumeta Şamê dikin ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê li ser maseya diyalogê bicivin û bi rêya lihevkirin û nîqaşan ji hemû dozên etnîkî re çareseriyan peyda bikin."

(bx)

ANHA