Mihemed Mûsa: Bêdengiya aliyên kurdî li hemberî êrişan bi tehlûke ye

Mihemed Mûsa nerazîbûn nîşanî êrişa hêzên PDK`ê yên li ser gerîlayan da û diyar kir ku bêdengiya aliyên kurdî yên Başûrê Kurdistanê li hemberî êrişên dewleta Tirk wê bi xwe re karesatê ji bo gelê Kurd bîne.

Mihemed Mûsa: Bêdengiya aliyên kurdî li hemberî êrişan bi tehlûke ye
11 tebax, 2021   05:29
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Dewleta Tirk a dagirker ji 23`yê Nîsanê ve êrişî Herêmên Parastinê yên Meydayê yên li Başûrê Kurdistanê dike. Li aliyekî din jî tevgera hêzên ser bi PDK`ê ve li nêzî qadên gerîla zêde bûye.

Di 26`ê Tîrmehê de komek ji 3 gerîlayan yên li gundê Bêxme ya girêdayî navçeya Xelîfan a Başûrê Kurdistanê, têkilî pê re qut bûbû. HPG`ê 29`ê Tîrmehê daxuyanî dabû û gotibû ku li gorî agahiyên ji gelê xwecih hatine wergirtin, hêzên bi ser PDK'ê ve dora komê pêçaye, êriş biriye ser wan û hin gerîla şehîd bûne.

Têkildarî mijarê, Sekretêrê Giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa ji ajansa me re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk li kîjan deverê bibîne Kurd rabûne ser piyan êrişî wan dike û dixwaze wan tune bike.

'BÊDENGIYA LI HEMBEÎR ÊRIŞAN, WÊ KARESATÊ BI XWE RE BÎNE'

Mûsa li ser bêdengiya aliyên kurdî yên Başûrê Kurdistanê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker, nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku rewşa Başûrê Kurdistanê ji rewşa parçeyên din ên Kurdistanê ne cudatire.

Mûsa di dewama axaftina xwe de da zanîn ku di qonaxa heyî de derfet ji Kurdan re hatiye, divê vê derfetê qezenc bikin û wiha pê de çû: “Bêdengiya li hemberî êrişan, wê ji bo gelê Kurd encamên bi tehlûke bi xwe re bîne. Divê kurd hayedar bin.”

Mûsa têkildarî êrişa hêzên ser bi PDK`ê ve li dijî komeke gerîla, wiha got: “Naba ku hêzên PDK`ê gerîlayan hedef bigirin, divê şêwazekî alîkariyê di navber wan de hebe. Ji ber ku dewleta Tirk dijminekî hevbeş ê Kurdan e.”

'DEWLETA TIRK DOSTANIYA KURDEKÎ LI CÎHANÊ NAKE'

Sekerterê Giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa destnîşan kir ku dewleta Tirk wekî ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kir, dixwaze herêmên Başûrê Kurdistanê jî dagir bike û Mîsaqa Millî pêk bîne.

Mûsa da zanîn ku êrişên dewleta Tirk wê bandoreke xirab li pêşeroja Kurdan bikin û got: “Ji ber ku dewleta Tirk bi awayekî eşkere bi hêza leşkerî derbasî xaka Rojava û Başûrê Kurdistanê bûye. Dewleta Tirk dostaniya kurdekî li cîhanê nake.”

Mihemed Mûsa banga hevkariya di navbera hêzên kurdî de kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Divê li aqilê xwe vegerin. Ti hincet ji bo hiştina nakokiyan tune ye.”

(cx)

ANHA   

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/t5m01ldPVD8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>