Jina Urdinî û beşdarbûna wê ya biryardayînê

Doza jinan a xwegihandina cihên biryardayînê ji astengiyên herî mezin ên li beramberî wan e, pêşdeçûna jinan di vî warî de lewaz e. Mijara biryardayînê dozeke girîng e ku asta wekheviya her du zayendan di civaka Urdinê de nîşan dide.

Jina Urdinî û beşdarbûna wê ya biryardayînê
10 tebax, 2021   08:55
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALE

Di salên 80’î de girîngiya cîhanê bi doza jinan re zêde bû, vê yekê hişt ku tevgerên jinên Urdinê jî di wan salan de çalak bibin. Her wiha di 1985’an de li Nairobî Kongreya Jinên Cîhanê bi beşdariya jinên urdinî hate lidarxistin. Wê kongreyê bandoreke erênî li doza jinên civaka Urdinî kir. Di benda 86’an a madeya 3’yemîn a kongreyê de bang tê kirin ku "Divê hikumet û partiyên siyasî ked bidin ku jin beşdarî deste û erkên bilind bibin."

Piştî wê Urdin beşdarî gelek kongreyên navneteweyî yên girêdayî jinan yên wekî; Kongreya Niştecihî û Geşkirina Navneteweyî ya di 1994’an de li Qahîreyê li dar ketiye û kongreya cîhanê ya têkildarî jinan ku di 1995’an de li Pekînê li dar ketiye, bû.

/ar/uploads/files/2021/08/10/072335_6612bdf7-1c15-4be5-8751-422788b6f5cc.webp

Di vê dawiyê de jî li paytexta Lubnan Beyrûtê 2’yemîn Kongreya Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bi sernavê "Bi yekitiya Jinan em ê şoreş û demokrasiyê pêk bînin" li dar ket, jinên Urdinê jî beşdarî vê kongreyê bûn.

Têkildarî vê yekê, ajansa me hevpeyvînek taybet bi mamosteya zanîngeha Urdinê Dr. Îman Hisên re çêkir. Dr. Îman Hisên li ser jinên urdinî, pêvajoyên ku xwe gihandine biryadayînê û pêşketina wan di vî warî de axivî.

GIRÎNGIYA KONGREYA BEYRÛTÊ

Li ser 2’yemîn Kongreya Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya li Beyrûtê li dar ketiye û girîngiya wê ji bo jinan, Dr. Îman Hisên wiha got: "Wek tê zanîn sernavê kongreyê "Bi yekitiya jinan em ê şoreş û demokrasiyê pêk bînin" bû, bi wê re girîng bû ku beşdarên vê kongreyê ji piranî dewletên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bin. Li gel jinên beşdar bûne pisporî û tecrûbeyên cuda hebûn, ev yek jî girîng e ku jin tecrûbeyên li gel xwe bi hev re par ve bikin, da ku piştevanî û garantî were dayîn û dozên herêmên xwe bi kûrahî binasin."

Dr. Îman Hisên wiha domand: "Em bi hev re dixebitin da ku edalet û wekheviyê li tevahî Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê pêk bînin û demokrasiyê geş bikin. Ji ber ku divê em bi hemûyan bidin bawerkirin ku bêy beşdariya tevahî ferdên civakê demokrasî ne pêkan e."

Îsbatkirina jinan bêy îsbatkirina civakî pêk nayê. Ji ber ku armanca jinan guhartina binesaziya civakî, aborî, siyasî û çandî ye ku ji nû ve baweriyê dide jinan û pê tê bawerkirin. Ji bo ku ev yek pêk bê divê di navbera jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê de hevgirtin pêk bê, lê belê astengiyên li hemberî wê çi ne?

Li ser vê yekê Dr. Îman Hisên ev tişt got: "Normal e ku hin astengî li hember hevgirtina di navbera jinan de hebin. Ji ber ku mêtingeriyê di dirêjahiya salan de ji bo sekna li hember vê yekê sînor danîne. Lê divê ev astengî werin lêkolînkirin û bend werin şikandin. Astengiya yekemîn jî têkiliya siyasî ya di navbera dewletan de ye ku nahêle hevgirtina jinan çêbibe. Heke em nikaribin hevgirtinekê bi jinên di bin dagirkeriyê de ne re çêbikin û em nikaribin xwe bigihînin wan, em dikarin bi rêya tevahî dezgehên çapemenî û medya dijîtal xwe bigihînin wan û piştevaniya wan ji aliyê moralê ve bikin. Heta em dikarin bi rêya hemleya îmzekirinê û wergirtina alîgiriyê jî vê yekê bikin. Ger baweriya gel bi dozekê hebe, ev yek wê roleke baş bilîze. Bi wê re hevgirtin û piştevanî çêdibe û em dikarin sînorên heyî derbas bikin."

TÊKOŞÎNA JINÊN EREB Û KURD HEVBEŞ E’

Li ser çawaniya pêkanîna têkoşîneke hevbeş di navbear jinên Ereb û Kurd de Dr. Îman Hisên ev nirxand kir: "Hin dozên taybet hene ku jinên Kurd li gelek herêmên xwe azarên wê dikişîne. Divê em di aliyên derûnî û manewî de piştevaniyê bidin, hemleyên cuda li dar bixin ku alîkariya hev bikin û xwedî li dozên wan derkevin û bi hev re çareseriyan deynin."

ŞOREŞÊN EREBAN Û JIN

Der barê şoreşên ereban û çi ji jinan re bi dest xist de Dr. Îman Hisên got: "Pirsa li vir xwe dide der ew e ku gelo şoreşên ereban ne tenê ji jinan re, çi ji gelan re anî? Bersiva vê yekê jî; na,.. tişt bi xwe re neanîn. Ji ber ku jin hêmana sereke a şoreşan e û armanca şoreşan ew e ku demokrasî pêk bê, gelo ev yek pêk hat? Tişta ku li Tunisê çêbûye çirûska hişyariyê ji rejîman re bû ku guhartin û veguhartinê çêkin. Lê li Urdinê ev çirûsk sekinî û ew şanseke sererastkirinê dîtin. Bi rastî gelek guhartin û sererastkirinên siyasî çêbûn, jê jî guhartina destûrê û bi wê re zêdetirî 40 madeyî hatin guhartin û dadgeheke destûrê hat avakirin. Ev yek jî piştî Buhara Ereban çêbû. Her wiha desteya serbixwe ya hilbijartinan çêbû û qanûnên hilbijartinan hatin guhartin ku tê de jin bi rêjeyeke mezin beşdar dibin. Lê tevî van hemûyan jî em dibêjin; bi Buhara Ereban hat destpêkirin û bi wêrankirina ereban bi dawî bû. Ji ber di van dewletan de rêjeya xizantî û bêkariyê bilind bûye."

Dr. Îman Hisên wiha got: "Di 1993’yan de Tocan Feysel kursiyeke kota Çerkesî wergirt. Ev yek ji jinan re bû teşwîqek ku dengê xwe bidinê. Lê di 1997’an de jinek jî bi ser neket. Me wê demê dest bi hemleyên komkirina îmzeyan, lêkolînan û bandorkirina li xwediyên biryaran kir. Heta me 6 kursî bi dest xistin û em piştre bi rêya çapemenî û peywendiyan bi xwediyên biryaran re têkoşiyan. Ji ber ku maf nayê dayîn, lê tê standin. Ji salên 50’î de jinên urdinî hewl didin bi rêya hilbijartinan mafên xwe bistînin. Jinan mafên xwe bi hilbijartin û bernamzetiyê standin. Ev yek nehat dayîn, lê bi rêya têkoşîn û vîna siyasî pêk hat."

REWŞA SIYASÎ YA JINÊN URDINÊ

Hîna jî rewşa siyasî ya jinên urdinî bi hevrûkirina bi rewşên perwerde, tenduritsî, çandî û civakî re sînordar û lewaz e. Nûnertiya wê di hikumet, parlamento, sendîka, partiyên siyasî, çapemenî û desteyan de ne adil û wek dihat xwestin bû. Ev yek jî bi rêgezên destûra Urdinê re bi taybet madeya 6’an a li ser wekhevî û wekheviya derfetdayîna di navbera tevahî welatiyan de bi nakok e.

Di serdema îmareta Rojhilatê Urdinê (1921-1935) de jinên urdinî li derveyî xeleka beşdariya siyasî man, ji ber tenê beşdariya siyasî di çarçoveya mêran de bû.

Beşdariya jinan ji xebata giştî re piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bû, bi wê re rêxistinên jinan hatin avakirin û banga beşdarî, edalet û wekheviya derfetan kir.

Bi derketina destûra 1952’yan de, Yekitiya Jinên Urdinê bi serkêşiya birêz Îmilî Bişarat di 1954’an de bi sernavê "Yekitiya Jinên Ereban" hat damezrandin û dirûşma wê "Maf û erkên wekhev" bûn.

Meclisa wezîran di Çileya 2013’an de biryara stratejiya neteweyî ya jinên Urdinê ji salên 2013 – 2017’an de, da. Ew jî bi armanca ku jin di aliyên civakî, qanûnî, siyasî û aborî de û avakirina hêzên xwe di geşkkirina behre û pisporiyên xwe de were xurtkirin. Her wiha armanca stratejiya geşkirina rola jinan di nexşekirina siyaset û biryardayîna gelek aliyan de bû.

ANHA