DYA`yê ceza li aliyên lubnanî, sûrî, Iraqî û rûsî ferz kirin

Ji ber binpêkirina biyara qedexekirina biçekkirinê ya taybet bi Îran, Sûriyê û Korya Bakur, DYA`yê ceza li aliyên lubnanî, sûrî, iraqî û rûsî birîn.

DYA`yê ceza li aliyên lubnanî, sûrî, Iraqî û rûsî ferz kirin
10 tebax, 2021   08:48
NAVENDA NÛÇEYAN

DYA`yê îro li aliyên lubnanî, sûrî, iraqî û rûsî û di nav de Hizbullah a Lubnanê, Hizbullah a Iraqê, Esaib Ehil El-Heq û hin saziyên Sûriyê jî, ceza ferz kir.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê got aliyên ceza li wan hatine ferzkirin, biryara qedexekirina biçekkirinê ya taybet bi Îran, Sûriyê û Korya bakur binpê kirine.

Ceza li du saziyên Sûriyê yên girêdayî Wail Îsa û Eymen El-Sebax jî hatin ferzkirin.

Tê zanîn ku cezayên li Hizbullah a Iraqê û Hizbullah a Lubnanê û hin kesayetên Sûrî hatine ferzkirin, di çarçovyea cezayên qedexekirina belavkirina çekan de ya ji aliyê Nivîsgeha Ewlehiya Cîhanî û Qedexekirina Belavkirina Çekan a Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, pêk tê.

Her wiha ceza li saziya lêkolîn û berheman “Pulsar” a Rûsî û şîrketa balafiran “Green Light Moscow”, hate ferzkirin.

(bx)