Şêniyên Kobanê 3 şehîd spart axê

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyê 3 endamaên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê yên duh di ava Firatê de xeniqî bûn li goristana Şehîd Dicle spart axê.

Şêniyên Kobanê 3 şehîd spart axê
Şêniyên Kobanê 3 şehîd spart axê
Şêniyên Kobanê 3 şehîd spart axê
Şêniyên Kobanê 3 şehîd spart axê
Şêniyên Kobanê 3 şehîd spart axê
8 tebax, 2021   18:07
KOBANÊ

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê –Herêma Firatê Mihemed Îbrahîm (Alan KObanê), Ebdullah Miho (Ocalan) û Diyar Hemê (Çavreş) duh dema li bendava Tişrînê li kampeke perwerdeyê bûn,  gihaştin asta şehadetê.

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê bi merasîmê cenazeyê her sê şehîdan li goristana Şehîd Dicle spartin axê. Merasîm ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê hate lidarxistin.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevseroka Desteya Ciwan û Werzîş Xunav Mihemed axivî û got: "Ciwan ji bo perwerdeyê çûbûn kampê da ku fêr bibin bê çawa di pêşerojê de hişmendiya ciwanan biguherin û li dijî şerê taybet ê ku aliyên dijber li dijî ciwanan û gelê herêmê dide meşandin bisekinin, lê gihaştin asta şehadetê."

Hevseroka Meclisa PYD`ê ya navçeya Şêran Letîfe Mehmûd got: "Serê xwe bilind bikin hûn îro mêvanên şehîdên azadiyê ne, rûndikên dayikên we rûndikên me ne û êşa wan jî êşa me ye, îro hûn mêvanên kesên ji bo em bi aştî bijîn canên xwe fedar kirin."

Piştî axaftinan, Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên şehîdan xwendin û radestî mabatên wan kirin. Cenazeyên şehîdan bi diruşmeyan li goristana Şehîd Dicle hatin veşartin.

(eh)

ANHA