Birîndarên Şer: Divê YE û NY’yê erkên xwe li hember parastin gelan bi cih bînin

Yekitiya Giştî ya Birîndarên Şer a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê sûcên ku dagirkeriya Tirk li dijî gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne şermezar kirin û bang li NY û YE’yê kir ku panbendî soz û erkên xwe bin û gelên herêmê ji komkujiyên dagirkeriya Tirk biparêzin.

Birîndarên Şer: Divê YE û NY’yê erkên xwe li hember parastin gelan bi cih bînin
8 tebax, 2021   18:28
KOBANÊ

Têkildarî mijarê bi dehan birîndarên şer li Qada Jina Azad a Kobanê kom bûn û wêneyên zarokên qurbanên êrişên dagirkirina Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hildan.

Beşdaran pankartên "Ji komkujiyên li dijî kurdan re êdî bes e...Kurd êdî ne qurbanên kêran in" û"Em komkujiya dagirkeriya Tirk a faşîst li dijî malbateke kurd ê ji gundê Sefawiyê/Eyn Îsayê pêk aniye, şermezar dikin" rakirin.

Berpirsê Têkiliyan ê Yekitiya Giştî ya Birîndar Şer Necim El-Şewax daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em Saziya Birîndarên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em komkujî û êrişên çeteyên DAIŞ’ê ku li dijî civaka êzidî ya li Şengalê di 3’yê Tebaxa 2014’an pêk aniye şermezar dikin. Êrişên DAIŞ’ê rûreşiya cîhanê û şervanên PDK’ê ye. Di êrişê de bi hezaran keç, jin û ciwan bi destê çeteyên DAIŞ’ê li pêş dayikên wan û cîhanê hatin revandin û hîna çarenûsa bi hezaran ne diyar e.

Me dît ku çawa pêşmergeyan gelê xwe li beramber mirinê û hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê hiştin. Lê heke partiyên li Başûrê Kurdistanê xwestibûna gelê Kurd biparêzin dikarîn ev yek bi yekitiya xwe bikirana û di eniyên pêş de bisekiniya fermana 73’yan nedibû. Lê mixabin tu helwesteke parastinê nehat nîşandan. Em birîndarên şer di xendek û çeperan de bûn û me qehremantiya şehîdên ku heta kêliya dawiyê di oxira rizgarkirina şêniyên Şengalê li ber xwe dane, dît. Bi saya wê berxwedanê niha şêniyên Şengalê vedigerin warê xwe, lê hîna rûbirûyî xeteriyên mezin in. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku ewlehiya gelê Şengalê misoger bikin ku komkujî li dijî wî pêk neyê.

Dewleta Tirk di êriş û bombebaranên li dijî çiyayên Kurdistanê de tevahî çekên pêşketî û qedexekirî bi kar anîn, gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin, şêniyên wê koçber kirin û komkujiyek li bajarê Konya yê naverasta Tirkiyê pêk anî. Ew komkujî nefret û kîna rejîma Tirk li dijî gelê Kurd nîşan dide.

Bi bûyereke dişibe wê komkujiyê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî malbateke li gundê Sefawiyê yê li ser rêya M4 yê rojhilatê depoyên Şergirak komkujiyek pêk anî, di encamê 4 ferd ji heman malbatê jiyana xwe ji dest da.

Bi her êriş û komkujiyekê re dewleta Tirk bêserûberî û siyaseta xwe ya mêtingeriyê li dijî şêniyan, hewldanên valakirina herêmê û guhartina demografiya wê îsbat dike. Ji lew re divê dadgeha mafên mirovan a cîhanê vê yekê bibîne sûcdar û hêzên ku sûcan pêk tînin muhasebe bikin.

Êdî dewleta Tirk li dijî şêniyên herêmê xeteriyeke mezin e. Heke civaka navneteweyî tedbîrên pêşîlêgirtinê li hember dewleta Tirk negirtin dê gelên li Rojavayê Kurdistanê û tevahî herêmê baweriya xwe bi NY’yê û YE’yê winda bikin.

Em birîndarên şer ên serbixwe bûn şahidên gelek êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, bi taybet li Şengal, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê. Îro jî bi awayekî hovane êrişî çiyayên Kurdistanê dike. Bi wê re em bang li YE, NY’yê û dadgeha Ewropa ya mafên mirovan dikin ku pabendî soz û erkên xwe bin û gelên herêmê ji komkujiyên dewleta Tirk biparêzin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/aWKPPlJdRMA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>