HPC: Em li pişt hêzên gerîla û QSD`ê ne

Hêzên Parastina Civakî yên bajarê Dêrikê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji gerîla û QSD`ê re nîşan dan.

HPC: Em li pişt hêzên gerîla û QSD`ê ne
8 tebax, 2021   11:13
QAMIŞLO

Hêzên Parastina Civakî (HPC) li Dêrikê vê sibehê têkildarî êrişên dewleta Tirk a faşîst li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê, daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Ji rêveberiyên HPC`ê li Dêrikê Hisên Remedan, daxuyanî xwend. Remedan bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku bikevin tevgerê da ku rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan nas bikin û soza berdewamkirina têkoşînê heta zanîna rewşa rêber Ocalan da.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk hate rexnekirin.

Her wiha bang li hêzên kurdistanî hate kirin ku ji bo sekinandina li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk, piştgiriya gerîla bikin. Bang li PDK`ê jî hate kirin ku dev ji hevkariya dewleta Tirk berde û helwesta xwe zelal bike.

Hêzên Parastina Civakî (HPC) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew amade ne li hemberî êrişan, gelê xwe biparêzin û piştgiriya xwe ji gerîla, QSD, YPG û YPJ`ê re nîşan dan.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EO5cZl94xs0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>