Nûra El-Hamid: Amerîka dikarîbû rê li kuştina Hevrîn Xelef bigirta

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêvebir a Minbic û gundewarên wê Nûra El-Hamid destnîşan kir ku cezayên ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê li ser çeteyên dewleta Tirk ên li Sûriyê birîye têrê nakin. Nûra bang li rêveberiya Amerîkayê kir ku biryarên xwe li ser erdê pêk bîne.

Nûra El-Hamid: Amerîka dikarîbû rê li kuştina Hevrîn Xelef bigirta
6 tebax, 2021   07:17
MINBIC- SELWA EBDUREHMAN

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, di 28'ê Tîrmehê de ceza li ser komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên li Sûriyê birîn. Çeteyên bi navê Ehrar El-Şerqiyê, bi taybet serokê wê Ebû Hatim Şeqra di nav lîsteya cezayan de ye. Dema êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bajarên Serêkaniyê û Girê Spî Ebû Şeqra sûcê qetilkirina Sekretera Giştî yê Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef li ser rêya M4 pêk anî.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbicê û gundewarên wê Nûra El-Hamid der barê biryara DYA'yê de got: "Cezayê ku ji aliyê Xezîneya Amerîkayê ve hatiye dayîn têrê nakê, ji ber dema ku çeteyan Hevrîn Xelef kirin hedef, hêzên Amerîkî çend metre nêzî cihê bûyerê bûn û mudaxele nekir."

Nûra destnîşan kir ku birîna cezayên li kujerên şehîd Hevrîn Xelef dereng hat û got, kujerên şehîd Hevrîn divê di aliyê navneteweyî û qanûnî de werin muhasebekirin.

Nûra di berdewama axaftina xwe de got: "Divê di serî de dewleta Tirk were cezakirin ji ber ku bi rêya çeteyên xwe destekên xwe piştgiriyê terorê dike wan ji bo berfirehkirina hegemoiya xwe li herêmê bi kar tîne."

Nûra El-Hamid îşaret pê kir ku van çeteyan li herêmên dagirkirî bi taybet, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê gelek komkujî û sûc li dijî gelên herêmê, nexasim li dijî jinan pêk anîn.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêvebir a Minbic û gundewarên wêNûra El-Hamid destnîşan kir ku civaka navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Sûriyê bêdeng e û bang lê kir ku sûcdarên sûcên şer di serî de dewleta Tirk û çeteyên wê, berpirsiyar bibîne û wan bişîne dadgehên navneteweyî da ku cezayê xwe yê dadmend werbigirin.

 (dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HKa0uKaGYWU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>