ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-08-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-08-2021
5 tebax, 2021   23:00

- Pêkhateyên Rojava berê xwe dan sînorên di navbera Rojava û Şengalê de ji bo ku penaberan pêşwazî bikin. Hemû cureyên alîkariyan ji wan re pêşkêş kirin. Pêkhateyên Rojava êzidiyên ji Şengalê hemêz kirin û ji yên li çiyayê asê mane jî alîkarî şandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ruxmî têkbirina DAIŞ`ê jî, lê belê hîna çete û malbatên wan li ser tevahî cîhanê xeteriyê çêdikin. Jinên DAIŞ`î yên li Kampa Holê zarokên xwe ji bo karên terorî amade dikin. Rêveberiya Xweser jî barê çeteyan bi tenê radike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Firatê Nîhad Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hemû rêbazan şerê gelê Kurd dike, armanc ji kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê ku derbeyekê li Rêveberiya Xweser bixe û gelê herêmê tî bike. Ehmed bang li rêxistinên mirovî kir ku li hember sûcên dewleta Tirk bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinek ku ji mirinê filitî hûrguliyên êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Um El-Kêf ê navçeya Til Temirê parve dike û diyar dike ku dagirker bi serûber sivîlan dike armanc. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Îlham Ehmed ji fobyaya AKP'ê ya li hemberî gelê Kurd hişyar da û diyar kir ku AKP'ê şaneyan ava dike da ku kuştinê bike û got: "Ev siyaset xeter e û dê bandorên bi xeter ji bo civaka Tirkiyê bi xwe re bîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêvebir a Minbic û gundewarên wê, Nûra El-Hamid destnîşan kir ku cezayên ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê li ser çeteyên dewleta Tirk ên li Sûriyê, têrê nakin. Nûra bang li rêveberiya Amerîkayê kir ku biryarên xwe li ser erdê pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Rojamevanê Iraqî û Lêkolînerê kar û barên Kurdan Nacî Elî da zanîn ku îdiayên dewleta Tirk yên têkildarî PKK`ê xepandin e û rewakirina sûcên ku pêk tîne ye û got: "Tişta ku niha di nava YNK`ê de rû dide xeter e, ji ber ku dewleta Tirk piştgiriya nakokiyên di nava YNK`ê de dike." (BI WÊNE).

ANALÎZ

-"Çer ku em li vî welatî desthilat in em nahêlin xelkê xwedê yên ku ji dest kujeran revîne gel me biparêzin", dema mirov vê gotinê dibihîze texmîn dike ku axêver kesekî aştîxwaz e. Lê dema eşkere dibe ku yê diaxive bi xwe bi hezaran Kurdên li Tirkiyê, Sûriyê û Iraqê koçber kirine û gelek komkujî li dijî Ermen, Suryan û Asûr pêk anîne û yewnanî ji Tirkiyê û Qibrisê koçber kirine mirov ji van gotinan matmayî dimîne. (BI WÊNE)

KURDISTAN

- Malbatên gerîlayên şehîd hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û diyar kir ku siyaetên PDK'ê yên niha berdewama siyasetên wê yên salên 90'î yên li dijî gerîla ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê got dewleta Tirk naxwaze fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bigihêje gelên herêmê, ji ber wê tecrîdeke girankirî ferz dike. Her wiha destnîşan kir ku dewletên komploger bi rêya dîlgirtina rêber Ocalan qirkirina Kurdan dikin armanc. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Cîgira serokê Tevgera El-Musteqel a Lîbyayê Dr.Rabîhe El-Farisî da zanîn ku lidarxistina"2’yemîn Kongeriya Jinan a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê" xwedî girîngiyeke û diyar kir ku astengiyên hevbeş ên li dijî jinên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê hiştin ew li hev kom bibin û got: "Qaşo Buhara Ereban rewşa jinên lîbyayî krêtir kir." (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

- Nivîskarên ku tev li 5`emîn pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bûn, gotin, ji bo belavkirina çanda xwendinê di nava civakê de pêşangeh gelek girîng e. Her wiha diyar kirin ku pêşangeha îsal mîna ya par bû. Lê nirxên pirtûkan pir biha bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA