​​​​​​​`Domandina tecrîda li ser rêber Ocalan hêsankirina qirkirina Kurdan e`

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê got dewleta Tirk naxwaze fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bigihêje gelên herêmê, ji ber wê tecrîdeke girankirî ferz dike. Her wiha destnîşan kir ku dewletên komploger bi rêya dîlgirtina rêber Ocalan qirkirina Kurdan dikin armanc.

​​​​​​​`Domandina tecrîda li ser rêber Ocalan hêsankirina qirkirina Kurdan e`
6 tebax, 2021   00:41
HELEB-ARIF SILÊMAN

Piştî dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan di encama komployeke navneteweyî de, dewleta Tirk a dagirker ji 1999`an ve tecrîdeke girankirî li ser rêber Ocalan disepîne. Ruxmî wê jî rêber Abdullah Ocalan ji gelek dozên siyasî û civakî yên asê re çareseriya pêşkêş dike.

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi bîr xist ku rêber Abdullah Ocalan bi rêya fikrên xwe di nava wan de zindî ye û diyar kir ku armanc ji dîlgirtina rêber Ocalan, qirkirina Kurdan e. 

FIKRÊ RÊBER ABDULLAH OCALAN DI NAVA GELAN DE BELAV BÛYE

Welatiya bi navê Nadiye Şêxmûs got: “Ji 22 salan ve rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de dîl hatiye girtin û gelek sûc ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî wî tên kirin. Ruxmî wê jî ew ji bo gelê xwe têdikoşe."

Nadiye diyar kir ku rast e rêber Abdullah Ocalan dîl hatiye girtin, lê fikir û felsefeya wî di nava gelên herêmê de belav bûye û wiha domand: “Hemû serkeftinên ku me pêk anîne, bi saya fikir û felsefeya wî ye.”

`EM Ê BELAVKIRINA FIKRÊ AZAD BIDOMÎNIN`

Nadiye soz da ku ew ê belavkirina fikrê azad ê rêber Abdullah Ocalan di nava gelên herêmê de bidomîne.

Şêniyê bi navê Hesen Teo jî got: “Armanca hêzên komploger û di serî de jî dewleta Tirk ji dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan ew bû ku nehêlin fikrên wî bigihêjin gelê herêmê, lê armanca wan pêk nehat. Ji ber ku bi vî fikrî bi milyonan kes xwe bi rêxistin dike.”

JI FIKRÊ WÎ DITIRSIN

Şêniyê bi navê Mihemed Elî jî tecrîd şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk ji fikrên rêber Abdullah Ocalan ditirse, ji ber wê tecrîdê lê ferz dike û wiha domand: “Hemû dizanin ku rêber Abdullah Ocalan dikare hemû aloziyên li Rojhilata Navîn çareser bike.”

JI BO QIRKIRINA KURDAN RÊBERTÎ HATE GIRTIN

Elî îşaret pê kir ku dewleta Tirk ji dîrokê ve şerê Kurdan dike û ji dema dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan ve jî didomîne, bi vê yekê hew dide projeya neteweya demokratîk têk bibe û Kurdan qir bike. Elî di dawiyê de got: “Ji bo qirkirina Kurdan rêber Abdullah Ocalan dîl hate girtin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Dyy8MrRtRHs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>