Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê karnameyên amadehî belav kir

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê îro li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya li Kobanê karnameyên refa amadehî (12) li xwendekarên serkeftî belav kirin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê karnameyên amadehî belav kir
3 tebax, 2021   11:57
KOBANÊ

Di merasîma belavkirina karnameyan de xwendekarên serkeftî, malbatên wan û endamên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê beşdar bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, karname li xwendekaran hatin belavkirin.

/ar/uploads/files/2021/08/03/110159_hyeh-altrbyh-fy-iqlym-alfrat-tslm-altlbh-alnajhyn-fy-alshhadh-althanwyh-wthaeqhm-28429.webp

Îsal zêdetirî 800 xwendekar ji her du beşên wêjeyî û zanistî tev li ezmûnên refa 12 bûn. Ji wan 503 xwendekar bi ser ketin.

Di hefteya borî de desteyê karnameyên refa 9 li ser xwendekaran belav kirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/y267L8vFnCI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>