Xerîb Hiso: Sûcên dewleta Tirk li Efrînê, berdewamiya sûcên DAIŞ`ê ne

Xerîb Hiso got PDK`ê li dijî Kurdan roleke dijminane dilîze. Her wiha diyar kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrîna dagirkirî berdewama sûcên DAIŞ`ê yên li herêmê ne.

Xerîb Hiso: Sûcên dewleta Tirk li Efrînê, berdewamiya sûcên DAIŞ`ê ne
3 tebax, 2021   12:03
ŞEHBA

Bi dirûşma "Bihêzkirina rêxistinî, bersiva qirkirina Şengalê û dagirkirina Efrînê ye", vê sibê 4`emîn Konferansa Yekitiya Êzidiyên Efrînê dest pê kir. Konferans li navçeya Ehdasê ya Şehbayê li dar ket. Bi sedan endamên yekitiyê û nûnerên partiyên siyasî, rûspiyên êlên Ereb û Kurd tê de beşdar in.

Piştî avakirina dîwanê û xwendina ayînên olî, hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso axivî û lidarxistina konferasnê li civaka êzidî, şêniyên Efrînê û rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Hiso di axaftina xwe de behsa sûcên çeteyên DAIŞ`ê yên li Şengalê û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê kir û got: “Sûcên ku DAIŞ`ê beriya 7 salan li dijî Şengalê pêk anîne, niha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrînê pêk tîne. Ev sûc berdewama sûcên DAIŞ`ê ne.”

Hiso di axaftina xwe de balkişand ser siyasetên PDK`ê û wiha domand: “PDK`ê siyaseta xwe ya dijminane ya li dijî gelê Kurd didomîne. Li rex êrişên dewelat Tirk a dagirker ên domdar, PDK`ê Hêzên Parastina Gel (HPG) li çiyayên Kurdistanê dike hedef. Her wiha êrişa çeteyên DAIŞ`ê jî hêsan kir, dema ku ji Şengalê vekişiya û şêniyên wê bi çeteyan rû bi rû hiştin. Li gel wê jî nûnerê Rêveberiya Xweser ê Başûrê Kurdistanê revand û heta niha çarenûsa wî diyar nekiriye, armanc jî tengavkirina Rêveberiya Xweser e.”

'KONFERANS BERSIVA HEMÛ KOMPLOYAN E'

/ar/uploads/files/2021/08/03/105918_ghryb-hsw-daash-amtdad-lmkhttat-trkya-fy-almntqh-28129.webp

Di konferansê de Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Efrînê Silêman Cefer axivî û lidarketina konferansê li gelê Kurd bi giştî û civaka Êzidî pîroz kir. Cefer piştrast kir ku ev konferans dê bibe bersiva hemû komployên li dijî projeya neteweya demokratîk û hewldanên têkbirina berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Her wiha Endama Yekitiya Jinan a Êzidî ya Rojava Suad Hiso jî axivî û got: “Bi giyana jinên Êzidî yên azad ku di gelek fermanan re derbas bûn, dê 4`emîn Konferansa Yekitiya Êzidiyên Efrînê bibe berisva komployên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê. Helbet Efrîn dê rizgar bibe û dê şêniyên wê vegerên warên xwe.”

Konferans didome.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oBAccxPA7ko" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>