Rêxistinên civaka sivîl ên Tebqayê banga hesabxwestinê ji sûcdarên komkujiya Şengalê kir

Rêxistinên civaka sivîl ên Tebqayê daxuyaniyek da û tê de piştgirtiya bi Êzidîyên Şengalê re ragihand û bang kir ku hesab ji her kesên ku destê wan di komkujiyê de heye were xwestin.

Rêxistinên civaka sivîl ên Tebqayê banga hesabxwestinê ji sûcdarên komkujiya Şengalê kir
3 tebax, 2021   12:27
 TEBQA

Daxuyanî li pêşiya Rêveberiya Rêxistinên Civaka Sivîl a Tebqayê hat dayîn. Hemû xebatkarên nivîsgehên rêveberiya rêxistinan beşdarî dayîna daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê hevseroka rêxistinên civaka sivîl Xedîce Dawûd ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Îro salvegera 7`an a komkujiya Şengalê ye ku çeteyên DAIŞ`ê yên terorsît li dijî birayên me yên Êzidî yên aştiyane pêk anî. DAIŞ`ê di bin navê islamê de jin revandin û ew di sûkan de firotin, her wiha mêr û ciwan kuştin. Bi vê yekê hemû nirx û pîvanên exlaqî û mirovî binpê kirin.

Zarokên Êzidî şandin baregehên Eşbal El-Xîlafe da ku bi mejiyê wan bilîzin. Ev hemû jî li pêşiya çavên rêxistinên navneteweyî û mirovî hate kirin. Heta niha jî zehmetiyên şêniyên me yên Ii Şengalê berdewam in. Dewleta Tirk herêmên ewle topbaran dike û komkujiyan pêk tîne.

Em weke rêxistinên civaka sivîl piştgiriya xwe bi civaka Êzidî ya li Şengalê re, radighînin.

Em bang dikin ku hesab ji hemû kesên ku destê wan di vî sûcê derexlaqî de heye were xwestin û deriyê lêpirsîneke navneteweyî were vekirin da ku rastî derkeve û rêzdariyê bidin olên din."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gAz61CS_UCs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>