Ciwanên Minbicê: Nebirêxistinkirina Êzidiyan destpêka qirkirineke nû ye

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li Minbicê, bi daxuyaniyekê bal kişandin ser giringiya cezakirina berpirsyarên komkujiya Êzidiyên li Şengalê û û got:" Nebirêxistinkirina Êzidiyanm destpêka qirkirineke nû ye."

Ciwanên Minbicê: Nebirêxistinkirina Êzidiyan destpêka qirkirineke nû ye
3 tebax, 2021   11:54
MINBIC

Yek ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan li Minbicê, Sîdana Henûş bi beşdariya ciwanên Minbicê, li pêşiya navenda meclisa ciwanan a li navenda bajêr daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin:"3`yê Tebaxê heftemîn salvegera komkujiya Şengalê ye, ku ji hêla rêxistina terorîst a DAIŞ'ê ve di sala 2014'an de bi piştgiriya dewleta Tirk, bi armanca qirkirina Êzidiyan pêk hat. Zêdetirî 5 hezar jin kirin kole û kuştin, heya niha çarenûsa bi hezaran ji wan hîn ne diyar e.

Komkujiya ku li Şengalê hate kirin, di sedsala bîst û yekê de wekî wê rû nedaye. Lê komkujiyên ku derheqê gelê me yê li Efrînê, Serêkaniyê, Girê Spî û Kobanê rû daye, mîna vê wekî vê komkujiyê ye."

Di dawiya daxuyaniyê de, hate zanîn ku nedestûrdayîna rêxistina Êzidiyan, destpêka qirkirineke nû ye li dijî Êzidiyan e.

Daxuyanî bi diruşmeyên silavkirina berxwedanê û şermezarkirina dagirkeriya Tirk bi dawî bû.

(dx)

ANHA