HAT`ê li Dêrazorê 4 çeteyên DAIŞ`ê girtin

Hêzên Taybet ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn 4 endamên şaneyên DAIŞ`ê girtin û miqdareke çek û alavên leşkerî yên bi wan re desteser kirin.

HAT`ê li Dêrazorê 4 çeteyên DAIŞ`ê girtin
1 tebax, 2021   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro li ser malpera xwe ev agahî parve kir: “Hêzên Taybet (HAT) vê sibehê li gundê El-Ezbe yê rojhilatê Dêrazorê operasyonek li dar xist. Di encamê de 4 endamên şaneyeke DAIŞ`ê ku li gund û bajarokên Dêrazorê bûyerên kuştinê pêk anîbûn, hatin girtin.

Meha borî jî hêzên me şaneyeke terorîst girt. Her wiha li ser rêya bajarokê El-Bisêra ku çûn û hatina şêniyan lê zêde ye, rextekî bombebarkirî beriya ku biteqe, bê bandor kir.”

(cx)