Şêniyên Hesekê li dijî îxanet û dagirkeriyê daketin qadan

Şêniyên bajarê Hesekê îro bi xwepêşandanekê hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kirin û piştgiriya xwe ya ji bo gerîla nîşan dan.

Şêniyên Hesekê li dijî îxanet û dagirkeriyê daketin qadan
1 tebax, 2021   11:11
HESEKÊ

Şêniyên Hesekê bi diruşmeya "Em ê li dijî îxanetê li ber xwe bidin, bi yekîtiya niştimanî em ê îxanet û dagirkeriyê têk bibin" xwepêşandanek lidar xistin.

Bi hezaran şênî li çarxereya Sînalko ya li taxa Til Hecer kom bûn, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên Partiya Yekîtiya Demokratîk hildan û pankartên "Gerîla pêşeroj û rûmeta Kurdistanê ye" hildan.

Xwepêşandêran li kolana sereke ya Hesekê geriyan û bi diruşmeyan sûc û êrişên dagirkeriya Tirk ku li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne şermezar kirin.

Xwepêşandan li çerxereya El-Hemam veguhirî mitîngê. Piştre, Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Mistafa Ehmed got: "Bi ruhê 19'ê Tîrmehê û pêngava 15'ê Tebaxê û bi saya hevgirtina hemû pêkhateyên Kurdistanê, em ê biser bikevin. "

Ehmed destnîşan kir ku xwepêşandana wan ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ku bi piştgiriya PDK'ê pêk tîne.

' GERÎLA VÎNA ME YE, EM DEV JI WAN BENADIN'

Ehmed destnîşan kir ku di demekê de ku hewldan ji bo yekitiya kurdî têne kirin, PDK'ê nûnerên Rêveberiya Xweser direvîne û çeteyên Itîlafa Sûriyê pêşwazî dike, ev isbata hevkariya wan bi dijminên Kurdan re nîşan dide.

Ehmed got: "Gerîla vîna me ye û em dev ji wan bernedin".

Piştre, Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê, Semer Ebdullah got: "Krîza Sûriyê hîn berdewam e, armanca dagirkeriya Tirk jî parçekirina herêmê ye û kûrkirina aloziyê ye."

Semer bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û berxwedana gerîla ya li dijî wan û got: "Armanca dagirkeriyê berfirehkirina qada dagirkirinê ye."

Mîtîng bi dirûşmeyên şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk bi dawî bû.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/y7BG35rQN20" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>