KCDK-E: Divê PDK`ê hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bi dawî bike

KCDK-E bi dauxyaniyekê bang li PDK`ê kir ku ji dev ji hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re berde. Her wiha diyar kir ku divê têkildarî koma gerîla ya ku agahî jê nayê girtin, daxuyaniyeke pêbawer bide.

KCDK-E: Divê PDK`ê hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bi dawî bike
1 tebax, 2021   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN 

KCDK-E têkildarî hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bi dewleta Tirk a dagirker re û bêdengiya wê ya der barê rewşa koma gerîla ya li herêma gundê Xelîfanê ku agahî ji wan nayê girtin daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya KCDK-E ev bang hat kirin: ''Em Kurdên li Ewropa û dostên wan bang li PDK’ê dikin ku dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne û têkildarî koma gerîla daxuyaniyekek pêbawer bide ku agahî ji wan nayê girtin. Heya ku PDK`ê daxuyaniyeke ku mirov qani bike nede, wê di hemû çalakî û xebatên me de, nêzîkatiyên me yên li hemberî PDK’ê her tim rexnegir bin, em ê li her derê û li her cihî pêvajoyeke teşhîrkirinê bidin destpêkirin.”

(şx)