Li dijî dagirkerî û îxanetê li herêma Cizîrê meşên girseyî

Îro li piraniya bajar û navçeyên herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk û PDK'ê li dijî Kurdan, wê meşên girseyî bên lidarxistin.

Li dijî dagirkerî û îxanetê li herêma Cizîrê meşên girseyî
1 tebax, 2021   09:16
NAVENDA NÇEYAN

Tê payîn ku li piraniya bajar û navçeyên herêma Cizîrê li dijî îxanet û dagirkeriyê meş werin lidarxistin. Ev meş piştî zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser parçeyên Kurdistanê û êrişên hêzên taybet ên PDK'ê li dijî gerîla, pêk tên.

Hêzên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 26'ê Tîrmehê de êrişî komeke gerîla kiribûn û 3 gerîla şehîd xistibûn.

Duh, KCK'ê û saziyên li Rojava bang li gel kiribû ku li dijî siyasetên qirkirin û îxanetê yên dewleta Tirk û PDK'ê, serî hildin.

(dx)

ANHA