'Hevbendiya Jinan a Herêmî li ser asta Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê' hate ragihandin

2`emîn Kongreya Jinan a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê di daxuyaniya xwe de, avakirina Hevbendiya Jinan a Herêmî li ser asta Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, ragihand.

'Hevbendiya Jinan a Herêmî li ser asta Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê' hate ragihandin
1 tebax, 2021   09:25
BEYRÛT- ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Di dawiya kongreyê de, hat ragihandin ku Hevbendiyeke Jinan a Herêmî li ser asta Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê hate avakirin ku nêrîneke jinan a stratejîk a giştî esas digire û xwe dispêre bingeha mafên mirovan û armanca wê avakirina civakekê li ser bingeha azadî, demokrasî, wekheviya rastîn, edaleta civakî û rûmeta mirovî ye.

Daxuyanî ji hêla seroka Komeleya Jîn a jinan û yek ji endamên ku beşdarî nivîsandina daxuyaniyê bûn, Buşra Elî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo jin astengiyan derbas bike û jin bibe hêzeke çalak di hemû aliyan de, jinan ev biryar girtin:

-Seknandina li hemberî hemû cûreyên dagirkeriyê, qirkirina jinan, encamên wan ên bazirganiya mirovan, koçberkirina bi darê zorê, guhertina demografîk, kuştinên siyasî, belavbûna nexwendewariyê, xizanî, bêkarî, paşguhkirin û dûrxistin.

-Têkoşîna li dijî zîhniyeta mêran a desthilatdar, bi hemû amûr û dezgehên wê û encamên wê yên li ser rewşa jinan, wekî: mîrata çandî, urf û adet û dûrxistina jinan ji navendên biryargirtinê.

-Berfirehkirina têkiliyan û naskirina çandên cuda.

-Bîranîna jinên sembol ên niştimanî.

-Avakirina peywendiyan di navbera hêzên herêmî û cîhanî de û sûdwergirtina ji tecrûbeyên têkoşînê.

- Avakirina Hevendiyeke Jinan a Herêmî li ser asta Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ku nêrîneke jinan a stratejîk a giştî esas digire û xwe dispêre bingeha gerdûnî mafên mirovan û armanca wê avakirina civakekê li ser bingeha azadî, demokrasî, wekheviya rastîn, edaleta civakî û rûmeta mirovî yecivakî û rûmeta mirovî ye.

-Avakirina komîteyeke jinan a herêmî, di nav de nûnerên di asta niştimamî de ku bi diyarkirina nêrîn, armanc û stratejiya xebatê û çêkirina nexşereyê rê ve têkildar in, di nav 6 mehan de.

-Ev komîte wê biryarên Duyemîn Kongreya Jinan a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, pêk bîne.

(dx)

ANHA