Berpirsekî PYD’ê: Divê PDK’ê nûnerê Rêveberiya Xweser jî serbest berde

Berpirsekî Nivîsgeha PYD’ê şaxê Şedadê Mihemed Bozan da zanîn ku revandina nûnerên PYD’ê û Rêveberiya Xweser kiryarekî derexlaqî û neheqî ye û tevahî peymanên xebata dîplomatî ya navneteweyî bin pê dike.

Berpirsekî PYD’ê: Divê PDK’ê nûnerê Rêveberiya Xweser jî serbest berde
30 tîrmeh, 2021   06:54
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 10’ê Hezîrana borî de dîplomatên Rêveberiya Xweser û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di dema pêşwazîkirina mêvanên xwe li balafirgeha Hewlêrê de revandin. Piştî serbestberdana nûnerên PYD’ê, hîna çarenûsa nûnerê Rêveveberiya Xweser ne diyar e.

Endamê rêveberiyê û berpirsê Nivîsgeha PYD’ê ya Şedadê Mihemed Bozan têkildarî revandina dîplomatan wiha got: "Revandina dîplomatan karekî derexlaqî û neheqî ye û tevahî qanûn û lihevkirinên navneteweyî ku divê siyasetmedar û dîplomat li tu welatî neyên girtin, bin pê kirin."

Bozan mixabiniya xwe anî ziman û wiha domand: "Mîna vê revandinê bi awayekî yekser bi xwe re têkiliyên civakî yên di navbera gelên herêmê de têk dibe."

Bozan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tê zanîn ku nabe tu alî siyasetmedar an jî dîplomatên ku nûnertiya herêmekê dikin bêyî sedemeke eşkere yan jî pêkanîna sûcekî bên revandin. Lê belê PDK’ê ew revandin û çarenûsa wan eşkere nekir û bi wê re qanûn û rêgezên navneteweyî bin pê kirin."

Desthilatên PDK’ê şeva berê endamên têkiliyên PYD’ê serbest berda, lê nûnerê Rêveberiya Xweser berneda û sedem û ajoyên revandinê jî eşkere nekirin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lRYS1lGQdDU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>