Çiya Kurd: Divê Kurdistaniyên li Almanya ji bo naskirina Rêveberiya Xweser bixebitin

Berdan Çiya Kurd bang li kurdistaniyên li Almanya kir ku ji bo naskirina Rêveberiya Xweser di qada navneteweyî de bixebitin.

Çiya Kurd: Divê Kurdistaniyên li Almanya ji bo naskirina Rêveberiya Xweser bixebitin
Çiya Kurd: Divê Kurdistaniyên li Almanya ji bo naskirina Rêveberiya Xweser bixebitin
Çiya Kurd: Divê Kurdistaniyên li Almanya ji bo naskirina Rêveberiya Xweser bixebitin
28 tîrmeh, 2021   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd bi rêya gera dîplomasî ya ku li Ewropa pêk tîne, bi kurdistaniyên li Almanyayê re ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û bi komeleyên dostên Rêveberiya Xweser re civiya.

Bi însiyatîfa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li Ewropa Bedran Çiya Kurd bi kurdistaniyên li bajarên Almanyayê; Hanover, Bremen, Oldenburg û Berlinê re civiya ku pêşdeçûnên siyasî û meydanî nîqaş bike.

Çiya Kurd bang li Kurdistaniyên li Almanya kir ku ji bo naskirina navneteweyî bi Rêveberiya Xweser û pêşkêşkirina alîkariyan, pêwîstî bi xebatê heye.

Çiya Kurd da zanîn ku dagirkeriya Tirk bi bihaneyên şerkirina terorê hewl dide Başûr û Rojavayê Kurdistanê dagir bike.

Çiya Kurd bi Yekitiya Êzidiyên Sûriyê re civiya ku rewşa êzidiyên li Ewropa bişopîne, da ku rêbazeke hevbeş ji bo sekna li hember qirkirina civaka êzidî were avakirin.

Çiya Kurd bi Komeleya Dostanî ya Berlin –Dêrikê, Oldenburg û Efrînê re civiya da ku dîplomasiya civakî were pêşxistin, di civînê de pêşdeçûnên siyasî û rewşên herêmê hatin nîqaşkirin.

Dê Çiya Kurd li gelek welatên Ewropa yên dîtir rêzecivînan li dar bixe.

 (fr)

ANHA