DAIŞ`ê li çolistanê êriş kir; 7 endamên hêzên hikumetê hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ`ê di çend saetên borî de bi dijwarî êrişî hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê yên li çolistanê kir. Di şer de 7 endamên hêzên hikumeta Şamê û 5 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

DAIŞ`ê li çolistanê êriş kir; 7 endamên hêzên hikumetê hatin kuştin
28 tîrmeh, 2021   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di saetên derbasbûyî de çeteyên DAIŞ`ê bi dijwarî êrişî hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê li çolistana başûrê Dêrazorê, derdorê stasyona Xerata ya petrolê ya li başûr rojavayê Dêrazorê û derodrê Cebel El-Beşerî, kir.

Li ser wê yekê di navbera her du aliyan de şer rû da. Di şer de çekên giran hatin bikaranîn û balafirên şer ên Rûsyayê jî bersiva êrişê dan.

Li gorî SOHR`ê, di şer de 7 endamên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê her wiha 5 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin. Lê ji ber rewşa hin birîndaran giran e, dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

Tevî destekdayîna balafirên şer ên Rûsyayê jî, lê hêzên hikumeta Şamê û komên îranî û rûsî yên alîgirên wê heta niha nikarin çeteyên DAIŞ`ê li çolistanê tune bikin.

(bx)